ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-20 09:00:00     *Berdevka Kongre Starê Remziya Mihemed da zanîn ku tevî dagirkirina Tirkiyeyê didome, şoreşa jinan ji bilî Rojava bandor li hemû qadan kiriye û got: “Bi pêşengiya jinên Kurd şoreş roj bi roj mezin bû nêzî serkeftinê bû.”   *Berpirsa Qiraltiya Yekbûyî ya KJAR Aso Kamalî wiha got: “Ya hun li dijî hemû binpêkirinan piştgiriyê didin jinan yan jî hun qet piştgiriyê nadin. Tenê piştgiriyê didin tişta ji bo wan ‘makul û xweşik’. Divê em hemû civak zordestiya li  civaka kurd tê kirin îtîraf bikin.” DÎMEN HEYE   *Ji Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Sînem Ozkan da zanîn ku ew ê di 25’ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê bin û got li dijî êrîşên li hember ked, nasname û bedenê wê têkoşîna xwe mezin bikin. DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Tuşbayê Ayşe Mînaz  ku mazbata wê nehatibû dayîn der barê hevdîtinên butçeyê de axivî û balkişand ser butçeyek xwe dispêre zayenda civakî û got ne tenê di şaredariyan de divê di hemû mekanîznameyan de ev hebe û got butçeya tê amadekirin Tirkiyeyê temsîl nake. DÎMEN HEYE   *Tulay Hatîmogullari ya HDP’î  got YE li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve li Başûrê Kurdistanê bêdenge û balkişand ser teqîna li Taksîm a Stenbolê pêk hatiye. Tulayê wiha vegot: “Em ber bi hilbijartinê ve diçin û wek hilbijartinên 7’ê Hezîran û 1’ê Mijdarê dixwazin Tirkiyeyê ber bi kaosê ve bibin.”   *20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê gotinên der barê mafên zarokan ya li Tirkiyeyê de, rastiya qetilkirina bi sedan zarokên kurd û bêcezahiştina gumanbaran naguhere. DÎMEN HEYE