Li Botanê xebatên jinan ên ji bo 25’ê Mijdarê bê navber dewam dikin 2022-11-19 17:38:28   ŞIRNEX/SÊRT – TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê, di çarçoveya xebatên xwe yên 25’ê Mijdarê de bi jinan re civiyan. Jinan di xebatên xwe de li dijî polîtîkayên şerên taybet û qirkirina jinê banga mezinkirina têkoşînê kirin.   Tevgera Jinên Azad(TJA), îsal 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bi dirûşma “Li dijî faşîzm û qirkirina jinê, dem dema azadiya jinê ye” pêşwazî dikin. Hem li Bakurê Kurdîstanê hem jî li Tirkiyeyê jin li kolanan bûn û bê navber xebatên xwe dimeşînin. TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya xebatên xwe de li Şirnex û Sêrtê bi jinan re civiyan.   Şirnex   TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê  li gundê Setkarê ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê, di çarçoveya xebatên xwe de bi jinan re civiyan. Hevseroka HDP’ê yê Bajarê Şirnexê Sabuha Akdag, rêxistina navçeya HDP’ê ya Elkê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’ê û gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankartên “Jin Jiyan Azadî” û “Li dijî faşîzm û qirkirinê, dem dema azadiya jinê ye” hate vekirin. Di bernameyê de li ser mijarên polîtîkayên şerên taybet, qirkirinên sîyasî, serhildara jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate rawestandin û li dijî qirkirina jinan û polîtîkayên şerên taybet banga mezinkirina têkoşîna jinan hat kirin. Bername bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.   Silopî-Dêrgul   Li navçeyên Silopî û Dêrgûlê jî serdana malbatên xizmên girtiyan hat kirin. Di bernameyê de li ser binpêkirina mafan a li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş hate rawestandin. Bername bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.   Sêrt   TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê li taxên Conbayir û Çakmakê yê girêdayî Sêrtê belavok belav kirin û jinan ji bo daxuyaniya 25’ê Mijdarê vexwendin. Jinan, di bernameyên xwe de serdana esnafên jin kirin û li kolanan de bi jinan re civiyan. Bernameya jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.