Eren Keskîn: AKP-MHP nûnertiya dewleta kûr dike 2022-11-19 16:39:50     SEMSÛR - Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn di panela "aştiyê" de axivî û diyar kir ku çavkaniya herî mezin a pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye û got:"AKP'ê bi dewleta kûr re li hev kir û nûnerê dewleta kûr ku salên 90’î temsîl dikir, bû AKP-MHP. Aqlê dewletê ku di salên 90'î de hemû binpêkirinên mafan pêk anî, niha me dikuje. Pêvajoyek ku azadiya derbirînê ewqasî hatiye binpêkirin nayê bîra min. Hewl didin me bitirsînin û serê me bitewînin."   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Semsûrê li avahiya Platforma Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Semsûrê panelek bi sernavê "Berî her tiştî hewcehî bi aştiyê heye” li dar xist. Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, Sekreterê Hiqûqê yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSKD) Cafer Koluman beşdarî panela bi moderatoriya parêzer Dîlan Guler bûn. Her wiha gelek kes di panelê de amade bûn.    Dîlan Guler a moderatoriyê kir îşaretî girîngiya aştiyê kir.    ‘Dewleta xuya û ya rastîn her tim ji hev cuda bûye’    Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn diyar kir ku ev erdnîgarî erdnîgariya qirkirinê ye. Eren bi bîr xist ku di sala 1915'an de li dijî ermenî û rûman qirkirin pêk hat û got: “Komar ji aliyê kesên ku kevneşopiya Îttîhat û Terakkî şopandin ve hat avakirin û li dijî ermen û rûman qirkirin pêk anîn. Komarê hewl dide demografiyek ji misilmanên tirk û sûnî pêk tê ava bike. Ji bo tinekirina nasnameyên din her tim êrişên qirkirinê pêk anîne. Divê em vê rêxistina leşkerî ya yekparêz û yekperest nîqaş bikin. Mixabin li vê erdnîgariyê pir hindik kes behsa vê dikin. Em ew koma ji sedî 15’an in ku hemû mafên wan tên paşguhkirin, zext, wêrankirin û gundên wan tên şewitandin. Û yên ku aştiyê jî dixwazin tenê em in. Îro tenê nîqaşên li ser AKP’ê ne têr nakin û xelet in. Ji ber ku çavkaniya herî mezin a pirsgirêkên li Tirkiyeyê, îdeolojiya fermî ye. Dewleta xuya û ya rastîn her tim ji hev cuda bûye. Partiyên siyasî hebûn, hikûmet hatin avakirin, lê her tim biryar ji aliyê dewleta kûr ve hatin girtin.”   ‘AKP'ê bi dewleta kûr re li hev kir’    Eren bal kişand ser binpêkirinên mafan û got ku dema behsa mafên mirovan û aştiyê tê kirin, sedema herî zêde behsa salên 90'î tê kirin, têkoşîna li dijî tevgera kurd bû. Eren bal kişand ser dewleta kûr a salên 90’î îro jî li ser kar e û wiha got: “Dema em li îro dinêrin, hişê dewletê hê jî di meriyetê de ye. AKP'ê bi dewleta kûr re li hev kir û nûnerê dewleta kûr ku salên 90’î temsîl dikir, bû AKP-MHP. Aqlê dewletê ku di salên 90'î de hemû binpêkirinên mafan pêk anî, niha me dikuje. Pêvajoyek ku azadiya derbirînê ewqasî hatiye binpêkirin nayê bîra min. Hewl didin me bitirsînin û serê me bitewînin.”