Jin li Enqereyê hatin gel hevdu 2022-11-19 15:59:08     ENQERE - Jin bi munasebeta 25'ê Mijdarê di xwepêşandana filmê "Harriet/Agirê Azadiyê" de li Enqereyê hatin gel hevdu.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de çalakiya filîm li dar xist. Çalakiya filîm li avahiya partiyê hat lidarxistin.   Li vir endama Komisyona Rêxistinbûyina Jinê ya HDP'ê ya Çankayayê Sevim Fidan wiha got:"Tundiya li ser jinê ne tenê li Latin Emerikayê li her derê cîhanê heye. Em nikarin di 25'ê Mijdarê de bêyî ku Sakine, Fidan û Leylayê yên li Parisê hatin qetilkirin bi bîr bînin derbas bibin. Di 2019'an de li Sûriyeyê Hevrîn Xelef hat qetilkirin. Herî dawî li Silêmaniyê Edîtora Jineolojiyê Nagihan Akarsel hat qetilkirin."