ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-19 09:00:00       *Jinên Wanê bertek nîşanê teqîna li Stenbolê ku bi xwe re êrîşa li hember Kobanê anî rojevê da û got: “PKK sivîlan nakuje. Ev amadekariyek êrîşê ya nû ya desthilatdariyê ye.” DÎMEN HEYE   *Jinên Geverê diyar kirin ku zivistana wan zehmet derbas dibe û ji ber bihabûnê nikarin komirê bigirin û got: “Komira wek alîkarî didin jî kevir e. Divê em li dijî vê krîzê bibin yek. An jî wê wisa bidome.” DÎMEN HEYE   *Mêran der barê şîdeta li hember jinan de diyar kirin ku desthilatdarî zîhniyeta serdet xwedî dike û got têkoşîna jinan wê zîhniyeta serdest têk bibe.   *Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag da zanîn ku Tirkiye ne rejîma şerîata fermî, rejîma şerîata dûrû û fîîlî ye û got: “Îro û 25’ê Mijdarê yên pêş me, divê bibin mîlada serkeftina ‘Jinên ku porên xwe dikin al’.”   * Çalakiyên Nobeda Edaletê tevî hemû zext û îşkenceyan berdewam dike. Xizmên girtiyan diyar kirin ku li dijî her cureyê êrîşên desthilatdariyê ya li ser civak, girtîgeh û jinan di nava berxwedanê de ne.