Nobeda edaletê parlamenteran berdewam kir 2022-11-18 15:55:47     STENBOL - Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin ve hat destpêkirin di hefteya 35'emîn de dewam kir. Xizmên girtiya ji ber îşkenceya li wan hat kirin tevli nobedê nebûn, parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, bang li rayedaran kir ku erka xwe pêk bînin.   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ên Stenbolê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan hatiye şewitandin dabûn destpêkirin, di hefteya 35’an de li pêşiya Edliyeya Çaglayanê berdewam kir. Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên ji ber îşkenceya polîsan, xizmên girtiyan nekaribûn tevli nobeta vê hefteyê bibin û li şûna wan parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê Mûsa Pîroglû û Zuleyha Gulum tevli bûn. Beriya çalakiya nobetê, bi sedan polîs li pêşiya edliyeyê hatin bicihkirin.    Di çalakiyê de parlamenter Zuleyha Gulum da zanîn ku malbatên girtiyan ji ber ku her hefteyê tên derbkirin û binçavkirin, pirsgirêkên tenduristiyê dijîn lewma jî nekarîn tevli çalakiyê bibin. Zuleyha, bi domdarî wiha got: “Lê belê ji me re gotin ku dê nobeta xwe her hefteyê bidomînin. Ji ber ku xizmên girtiyan vê hefteyê nekarîn tev li nobetê bibin, daxuyaniya vê hefteyê em ê bidin. Em ê bibin dengê girtîgehan û binpêkirinên tên kirin vebêjin.”   '500 girtiyên nexweş hene'   Di berdewamê de Zuleyha bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan û ev tişt anî ziman: “Ev demekî pir dirêj e ku Mehmet Emîn Ozkan di girtîgehê de ye. Rewşa tenduristiyê ya Mehmet Emîn Ozkan êdî di asteke krîtîk de ye. Mehemed Emîn nih ne di ferqa ku li girtîgehê ye jî. Di rewşeke wisa de nîne ku bi tena serê xwe pêdiviyên xwe pêk bîne. Divê Mehmet Emîn were berdan. Tevî bertekên mezin ên raya giştî jî wî berndain. Malbata Mehmet Emîn xwe gihand me û gotin; ‘dibe ku jiyana xwe ji dest bide.’ Cihê rexneyê ye ku wezareta tenduristiyê û midûriyeta girtîgehan di vê mijarê de bêdeng in. Niha zêdetirî hezar û 500 girtiyên nexşwe hene. Lê ne tên tedawîkirin û ne jî tên berdan. Girtîgeh, veguherî ne malên mirinê. Li girtiyên sewqî nexweşxaneyê dikin jî kelemçeya ji pişt ve tê ferzkirin. Ev jî besî wan nîne ku niha lêgerîna nava dev li girtiyan ferz dikin. Ev sepan, binpêkirina rûmeta mirovan e.”    Zuleyha, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tevî van sepanan, bi hezaran sepanên din ên derhiqûqî hene. Banga me li raya giştî ew e ku li dijî van sepanan bi hestyar tevbigerin û rê li ber vê xeta komkujer a li girtîgehan bigirin. Divê wezareta dadê û midûriyeta giştî ya girtîgehan berpirsyartiya xwe bi cih bîne.”