Dadgehê parvekirinên Bêrîtanê wekî sûc hesiband 2022-11-18 14:21:31     AMED - Cezayê ji ber parvekirinên hesabekî din ê medyaya dîjîtal ku li Rojnameger Bêrîtan Canozer hatibû birîn, nehat taloqkirin. Parvekirinên li ser medyaya dîjîtal wekî sûc hat hesibandin û ji bo Bêrîtanê jî pênaseya "ya ku dikare sûc bike" hat kirin.    4'emîn rûniştina doza bi iddiaya "bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê" li rojnameger Bêrîtan Canozer hatibû vekirin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bêrîtanê ji ber parvekirinên li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal 1, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê xwar. Ji ber parvekirinên bi navê hesabê Berîtan Sarya yê ne aîdî Bêrîtanê jî 1, 3 meh cezayê girtîgehê li Bêrîtanê hat birîn.    Cezayê ji ber parvekirinên hesabekî din ê medyaya dîjîtal ku li Rojnameger Bêrîtan Canozer hatibû birîn, nehat taloqkirin. Parvekirinên li ser medyaya dîjîtal wekî sûc hat hesibandin û ji bo Bêrîtanê jî pênaseya "ya ku dikare sûc bike" hat kirin.    Dadgehê girteka rûniştinê neda parêzerê Bêrîtanê. Seroka dadgehê şerha muxalefetê ji bo biryarê da.