Malbata Şenyaşar: Em hêza xwe ji baweriya xwe digirin 2022-11-18 12:32:30     RIHA - Malbata Şenyaşar ku li gel hewaya sar û barîna baranê çalakiya xwe dewam dike got, "Em hêza xwe ji baweriya xwe digirin."   Xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, di 14’ê hezîrana sala 2018’an de êrişî Malbata Şenyaşar kir û di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 620’an de dewam kir. Tevî baranê jî malbatê çalakiya xwe berdewam kir.    Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Kesên ku li pêş çavên bi sedan şahidan li kargehê êriş pêk anîn û li nexweşxaneyê komkujî kirin, hêza xwe ji Erdogan digirin û ji bo komkujiyê dibêjin; ‘heke hatibe kirin, hatiye kirin.’ Em, hêza xwe ji baweriya xwe digirin.”