Hejmara kesên di teqîna li Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dan zêde dibe 2022-11-18 12:00:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di teqîna li Silêmaniyê de jiyana xwe ji dest dan zêde dibe.   Ji bin kavilên teqîna duh bi şev li taxa Kazîwe ya parêzgeha Silêmaniyê de heta niha cenazeyê 10 kesan hatiye derxistin û lêkolîn berdewame.   Duh li taxa Kazîwe ya Silêmaniyê tankerek a gazê teqiya. Di encama teqînê de 3 xanî rûxiyan.   Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir têkildarî teqînê li cihê buyerê daxuyanî da û diyar kir ku teqîna duh şev li Silêmaniyê rû dayî ne terorîstiye û ji ber tanka gazê bû. Îdiayên digotin ‘terorîstiye’ red kir.   Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir eşkere kir ku li gorî agahiyên wan 20 kes li mala teqîn lê rûda ye bûn.   Li gorî agahiyên ji tîmên rizgariyê hatin bidestxistin ji duh şev ve xebatên lêkolînê berdewam dikin. Heta niha cenazeyê 10 kesan ji bin xanî hatiye derxistin. Herwiha da zanîn ku 5 kes jî bi birîndarî hatine derxistin.   Her wiha li gorî heman çavkaniyê hêj nêzîkî 4 yan 5 kesan dibin kavilan de mane ku hinek jê zarok in, yek jê mezin e û yek jî temenmezin e. Niha birîndar li nexweşxaneya bajêr dibin çavdêriya dixtoran de ne ku rewşa hinekan başin, lê rewşa hinekan jî girane.   Tîmên rizgariyê lêkolîna banê qata duwem û sêyem rakirine, niha dest bi rakirina banê qata yekem dikin ku ya herî zehmete. Her wiha tê pêşbînîkirin ku hîna kesên dijîn dibin kavilan de hebin, lê hîna tîman ev yek piştrast nekirine.