Starta 25'ê Mijdarê ya li Amedê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat dayin 2022-11-18 10:09:50     AMED - Platforma Jinê ya Dicle Amedê û hevparên Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê li ber avahiya PTT'ê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" starta 25'ê Mijdarê dan. Jinan piştre ji girtiyan re qert şandin.    Platforma Jinê ya Dicle Amedê û hevparên Tora Têkoşîna li dijî Tundiyê ya Amedê li ber avahiya PTT'ê ya Navçeya Rezanê ya Amedê di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de hat gel hevdu û starta çalakiyan hat dayin. Gelek jin beşdarî çalakiyan bûn û pankarta "Jin jiyan azadî" hat vekirin. Li ser navê jinan ji parêzerên Baroya Amedê Îrem Yildiz daxuyanî xwend.    Jinên têkoşîna azadiyê didin hatin silavkirin   Îrema ku da zanîn ew Xwişkên Mîrabal ên hatin qetilkirin bi bîr tînin wiha got:"Li ku derê dinyayê dibe bila bibe em jinên têkoşînê didin silav dikin, em ê çalakiyên xwe hefeteyekê bidomînin û me bi şandina qertan a ji bo jinên girtî dest pê kir. "   Îremê di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û ragihand ku polîs û leşker tên parastin. Her wiha Îremê da zanîn tê xwestin çavê jinan bitirsînin û got wê tevî hemû zextan têkoşîna xwe ya li qadan bidomînin û dengê xwe bilind bikin. Her wiha got wê jin dev ji azadiya xwe bernedin.    Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedana jinan","Jin jiyan azadî","Nagîhan Akarsel rûmeta me ye" û "Em bêdeng nabin" bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê qert ji jinên girtî re hatin şandin.    Bernameya 25'ê Mijdarê ya Amedê wiha ye:   *19'ê Mijdarê /Şemî    Piştî serdana Dayikên Aştiyê wê belavok bên belavkirin   Cîh: Parka Koşuyoluyê    Saet:12.00   *20'ê Mijdarê/Yekşem   Wê Nagihan Akersel û Jîna Mahsa Emînî bên bibîranîn   Cîh: Avahiya KASED'ê   Saet: 17.00   *21'ê Mijdarê/Duşem    Serdana atolyeyên tekstîlê   Serdana Atolyeya Tekstîlê    *24'ê Mijdarê/Pêncşem    Wê serdana Nobeda Edaletê bê kirin   Cîh: Li ber avahiya Edliyeyê   Saet: 11.00   *25'ê Mijdarê/Înê    Wê Rapora Tora Tundiyê bê xwendin   Cîh: Avahiya Baroya Amedê    Saet: 12.30   *25'ê Mijdarê/Înê   Meşa 25'ê Mijdarê ya Şevê    Saet:17.00