TJA di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li Sêrtê bi jinan re civiya 2022-11-17 18:33:43     SÊRT - TJA, di çarçoveya xebatên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li dijî Tundiya li ser Jinê yê Cîhanê, li Sêrtê bi jinan re civiya.     Tevgera Jinên Azad(TJA) bi dirûşma “Li dijî faşîzm û qirkirinê, dem dema azadiyê ye” xebatên xwe yên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya li dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê bênavber berdewam dikin. TJA, di çarçoveya xebatên xwe de li taxên Zerî Zînî û Ulusê yê girêdayî Sêrtê civîna jinan pêk anîn. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ya Bajarê Sêrtê Hatîce Tay, Hevseroka HDP’ê ya Şaredariya Sêrtê ku şûna wê qeyûm hatiye tayin kirin Berîvan Helen Işik û aktîvîstên TJA’ê beşdarî bernameyê bûn.   Jinan di hevdîtinên xwe de li ser zêdebûna tundî, qetîlkirina jinan , tecrîd, polîtîkayên şerên taybet û binpêkirina mafan nîqaş kirin. Bernameya jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.