Serhildana rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike 2022-11-17 14:52:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Zêdetirî du mehin xwepêşandan û çalakiyên li rojhilatê Kurdistan û Îranê bi dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Mirin ji bo dîktator re’ berdewamin. Duh dîsa çalakvan daketin ser rêyan û kolanan, ji ber êrişa hêzên desthildatdariyê rojek bi xwîn derbas bû ku qala qetilkirina 15 çalakvanan tê kirin.   Di 16’ê Îlonê de jina Kurd Jîna Emînî ji ber hinek derketina porê wê ji aliyê polîsên "Ehlaqê" êrîş lê hat kirin. Piştî sê roj di nexweşxaneyê de ma jiyana xwe ji dest da. Her çendî rejîma Îranê xwest qetilkirina Jîna Emînî wek mirinek asayî nîşan bide jî, lê malbat û welatparêzên rojhilatê Kurdistanê vê yekê redkirin. Di sibeha 17’ê Îlonê de welatiyan merasîmek berfireh li darxistin û bi dirûşmên dijî rejîma Îranê Jîna Emînî spartin axê. Merasîma spartina axê bû destpêka xwepêşandan û çalakiyên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.   Xwepêşandan û çalakî di demek kin de li seranserê Îranê belav bû û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî' bû sembola xwepêşandan û xwepêşanderan.   Ev du mehin xwepêşandan û çalakiyên li rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewamin. Li aliyê din hêzên deshilatdariya Îranê ji bo bikaranîna hêza tund û tundûtijiyê du dilî nekirin. Li gorî bilnaço û agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê belavkirî di xwepêşandanan de heta niha herî kêm 342 kes hatine qetilkirin, ji van kesan 43 kes temenê wan dibin 18 salî de ne ku 9 jê keçin û 3 jî zarokên Efganî ne.   Duh jî li gelek bajarên Kurdan û bajarên Îranê berdewam bûn û rojek bi xwîn derbaz bû ku qala qetilkirina 15 kesan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê kirin.   Li bajarên Sine, Bokan, Seqîz, Kamyaran, Bane, Qurwe, Mihabad, Dîwandere, Kirmanşan, Îlam, Abdanan, Urmiye û gelek navçeyên din xwepêşandan û çalakî berdewam bûn.   Li gorî Çalakvanên Mafên Mirovan û çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê di xwepêşandanên şeva borî de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji destdane.   Her wiha li ser asta Îranê jî li bajarên Tehran, Meşhed, Esfehan, Şîraz, Tewrêz, Kirman, Buşehr, Bender Ebas û gelek cihên din xwepêşandan berdewam bûn.   Li bajarê Xoristan yê Îranê li gorî medyaya fermî ya hikûmetê ji aliyê du kesên li ser motorê ve gule li xwepêşanderan hatiye barandin û encamê de 7 xwepêşander hatin qetilkirin. Lê heta niha ti aliyên serbixwe vê buyerê piştrast nekirine.   Li bajarê Semîromî ya Esfehanê wek medyaya fermî ya hikûmetê ragihandî herî kêm 3 xwepêşander hatine qetilkirin, li Esfehanê jî qala kuştina 2 endamên hêzên Besic û birîndarbûna 6 kesên din tê kirin.