Margaret Owen: Yên li dijî çekên kîmyewî bêdeng in hevkarên sûc in 2022-11-17 09:17:23   Marta Somek   STENBOL - Parêzvana mafê mirovan û parêzer Margaret Owen a Xwediyê Nîşana Împaratoriya Brîtanya, da zanîn ku yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng in hevkarên sûc in û ji bo Abdullah Ocalan got wek ‘mandela’ tê nasîn. Margaret wiha got: “Ji bo Ocalan azadî tê wateya aştiya herêmê. Ji ber vê banga min bo cîhanê ev e, ji bo azadiya Ocalan kampanyayan pêk bînin.”   Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) li hember herêma Zap, Metîna, Avaşîn a Başûrê Kurdistanê di 17’ê Nîsanê de êrîş da destpêkirin û di ser de 7 meh derbas bû. Di vê pêvajoyê de bikaranîna çekên kîmyewî jî ji rojevê neket. Li gorî nûçeyên Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF) ji 14’ê nîsanê heta niha ji 2 hezarî zêdetir çekên kîmyewî û bombeyên qedexe hatine bikaranîn.   Kî deng derxe tê girtin   Ji bo lêkolîna mijarê hem ji herêmê hem jî qada navneteweyî gelek kesî bang li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kirin. Di 18’ê cotmehê de ku dîmenên ku endamên YJA STAR û HPG’iyan bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin derket şûnde ji her derê gel daket kolanan û gotin ev sûcê mirovahiyê ye, divê heyetên serbixwe mijarê lêkolîn bikin. Seroka Konseya Navenda Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ku xwest mijar bê lêkolînkirin hedef hat girtin û bi talîmata AKP-MHP’ê hat girtin.   Ji bo NY’ê nameya vekirî   Di 16’ê Gulanê de bi pêşengiya Kongreya Starê 75 rêxistinên jinan ji bo Sekreteriya giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistinên Jinan, bi armanca êrîşên li ser Başûrê Kurdistan, Şengal, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Mexmurê bên lêkolînkirin name şandibûn. Her wiha der barê mijarê de li her derê cîhanê bertek û çalakî pêk tên. Lê NY tevî her tiştî bêdengiya xwe didomîne.   Têkoşîna ji bo Abdullah Ocalan didomîne…   Parêzvana mafê mirovan û parêzer Margaret Owen a Xwediyê Nîşana Împaratoriya Brîtanya, ku wê jî îmze avêtibû nameyê da zanîn ku bi salan e li gel têkoşîna gelê Kurd cih digire û di heman demê de di gelek kampanyayên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de cih girtiye. Her wiha Margaret endama Koma Kampanya Aştiyê ya Kurdistanê ye jî. Margaret di hevpeyvînên der barê Ocalan de dabû wiha dibêje: “Ez Ocalan wek Mandelayê Kurd dibînim. Divê Ocalan azad be. 23 sal in girtiye. Ocalan mifteya aştiyê ya Rojhilata Navîn e. Nivîsên wî wekhevî, edalet û xurtbûna jinê vedibêje.” Margaret li ser çapemeniya civakî jî parvekirineke ku ‘Divê PKK ji lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin.’ Parve kir û wêneyên bi YPG û YPJ’ê re kişandibû şand dozgeriyê û gotibû ‘îro wêneyên ku gelek jê hez dikim dişînim dozgeriyê’ û xwestibû bê girtin. Margaret her wiha ji bo hikûmeta Îngîlîz jî banga ‘Dest ji karên qirêj yên bi dewleta tirk re tên meşandin berdin’ kiribû.   Margaret der barê bikaranîna çekên kîmyewî de jî ji JINNEWS’ê re axivî.   ‘OPCW'ê lêkolîn qebûl nekir’ Margaret balkişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û wiha daxuyand: “Ev sûcê mirovahiyê ye. Bi protolola Cenevreyê ya 1925’an hatiye qedexekirin. Bi awayên cuda hat bikaranîn. Di 1992’yan de Peymana Çekên Kîmyewî ya NY’ê (CWC) hat qebûlkirin û li Lahey jî Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hat avakirin. Di 1997’an de ket faliyetê lê der barê bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li hember Herêma Federal a Kurdistanê bi kar aniye de jî tu tiştek nekiriye. Ev sûcê mirovahiyê ye.”    ‘Li Kurdan îxanetê dikin’   Margaret destnîşan kir ku NY dewletên endam temsîl dike û di nav 5 encamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê de Rûsya, Çîn, Tirkiye, DYA û Îngîlîstan heye û Îngîlîstan di heman demê de endamê OPCW ye. Margaret ev tişt anî ziman: “Ji Brexît (Yekitiya Qiraltiyê ji Ewropa veqetiya şûnde) heta niha ji bo bazirganî û firotina çekan, bi Tirkiyeyê re têkiliyên wan xurtir in. NY, bi endamên wek DYA, Îngîlîstan û Tirkiriyeyê re li hember Kurdan îxanetê dikin. Ger bê tespîtkirin ku Rûsya li hember Ukraynayê çekên kîmyewî bi kar tîne wê hema NY şermezar bike û OPCW bikeve tevgerê. Lê li hember Kurdan bêdeng e.”   ‘Hemû kesên bêdeng hevkarên sûc in’   Margaret bi lêv kir ku hemû kesên li dijî sûcên şer û mirovahiyê bêdeng hevkarên sûc in û wiha pê de çû: “Rêxistinên navneteweyî li hember pêkanînên Tirkiyeyê bêdeng in. Ji ber ditirse ku Tirkiyeyê bikin bin kontrola Rûsyayê wê ji NATO îxrac nekin. Tirkiye endamên NATO’yê ye. Bêguman bêdengiya Îngîlîstanê hevkariya sûc e. Brexît êdî ne mafê mirovan, bazirganî û firotina çekan dike esas.”   ‘Dîktatoriya Erdogan hovîtî ye..’   Margaret balkişand ser girtina 9 kedkarên çapemenî û Şebnem Korur Fîncanci û wiha bi lêv kir: “Dema Erdogan nîşan dide ku veguheriye dîkatoriyeke çawa hov. Girtîgeh tije bûne û darizandinek ne adîlane heye. Hemû kesên li dijî bikaranîna çekan deng derdixin tên girtin. Kesên muxalefetê dikin, parêzer, akademîsyen, nivîskar, polîtîkavan, rojnameger tên girtin. Divê Dr. Fîncanci demildest bê berdan. Ji ber axivî hat girtin.”   ‘Azadiya Ocalan gelek girîng e’   Margaret balkişand ser tecrîda ku 24 sal in li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û got ev polîtîkaya taybet û cezayê muebetê yê li Ocalan hatiye bijî dijhiqûqî ye û wiha dirêjî dayê: “Ocalan 19 meh in nikare bi malbat û parêzeran re hevdîtinê bike. Divê PKK ji lîsteya rêxistinên qedexkirî bê derxistin. Heta azadiya Ocalan pêk neyê aştî ne pêkan e. Li hember Kurdan polîtîka şer û qirkirinê tê meşandin. Ev qirkirin, riyeke nû ya pêşxistina azadî, demokrasî û adîlane ya ji bo Kurdan jî dike xetereyê. Ev Modela Rêya Sêyem modelek li seranserê cîhanê tê qebûlkirinê ye.”   Margaret di dawiya axaftina xwe de jî  ji bo kampanyayê bang li hemû cîhanê kir û got divê ji bo azadiya Ocalan kampanya pêk bên.