ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-17 09:00:00     *Aktîvîsta TJA’yê ya girtî Ayla Akat Ata, ji bo 25’ê  Mijdarê bi van gotinan bang li jinan dike: “Hûn ne tenê ne, hûn bûn dengê me. Hûn ne tenê ne. Em di nav çar dîwaran de bin jî em dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ em dibêjin ‘aştiya civakî û çareseriya demokratîk’.”   *Îsal jin li her derê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ û israra di şoreşa jinê de pêşwazî dikin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan berê peyama ‘Divê hûn  Formula efsûnî ya jin jiyan azadî an jî azadiyê bidin fêrkirin û temsîl bikin’da jinan.   *Jinan bertek nîşanê daraza ku li gorî pergala serdest a mêr biryaran digire da û anîn ziman ku kiryar ji aliyê darazê ve tên parastin û mexdûr tên sûcdarkirin. Jinan, gotin ew ê li dijî darazê jî têkoşîna xwe mezin û berfirehtir bikin.  DÎMEN HEYE   *Parêzvana mafê mirovan û parêzer Margaret Owen a Xwediyê Nîşana Împaratoriya Brîtanya, da zanîn ku yên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bêdeng in hevkarên sûc in û ji bo Abdullah Ocalan got wek ‘mandela’ tê nasîn. Margaret wiha got: “Ji bo Ocalan azadî tê wateya aştiya herêmê. Ji ber vê banga min bo cîhanê ev e, ji bo azadiya Ocalan kampanyayan pêk bînin.”