Derbarê mirina bi guman de kesek hat binçavkirin 2022-11-16 15:58:04     ŞIRNEX - Derbarê mirina bi guman a Dilvîn Îbrahîm a 10 salî ku li malê cenazeyê wê hatibû dîtin de, kesek hat binçavkirin.   Li Taxa Yenî ya girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê zaroka 10 salî ya ji rojavayê Kurdistanê ya bi navê Dilvîn Îbrahîm ku bi diya xwe û xwİşka xwe re dima, duh li malê mirî hatibû dîtin.    Piştî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komare ya Hezexê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna ku hatiye destpêkirin de xwediyê malê Mehmet Şirîn Zaynaloglû hate binçavkirin.    Lêpirsîna têkildarî mirina Dilvîn Îbrahîm didome.