Cara duyem bi ser qawîşên girtiyan de girtin 2022-11-16 11:02:38     AMED - Li girtîgeha Jinan a ku rojnameger Derya Ren jî lê dimîne bi ser qawîşan de giritn, dest danîn ser notên girtiyan û gotin ku ew ê rê nedin destnivîsan.   Her ku binpêkirinên mafan û tecrîda li girtîgehan kûr dibe, her roj binpêkirineke nû ya mafan derdikeve holê. Li Girtîgeha Jinan a Amedê ku zext lê zêde bûne, di van demên dawî de gardiyanan bi ser qawîşan de digirin.   Notên wê hatin desteserkirin   Hate diyarkirin ku nêzî 20 gardiyanan avêtin ser qawîşa ku rojnameger Derya Ren lê dimine ku ev serdegirtina duyemîn e. Di serdegirtinê de deftera ku Derya tê de name nivîsîbû hat desteserkirin. Deftera ku girtiya ku hînî xwendin û nivîsandinê bû, nivîsên li ser têkoşîna jinan, deftera girtiyeke ku amadekariya azmûnê dikir hatin desteserkirin.   Ji destnivîsê re destûr tune ye!   Hemû notên destan ên girtiyan hatin desteserkirin û destûr nayê dayîn ku destnivîs bê nivîsandin. Her wiha hat destnîşankirin ku di serdegirtina ewil a li qawîşê de 20 defter û di serdegirtina duh ku hatiye kirin de jî  80 pirtûk ji aliyê gardiyanan ve hatin desteserkirin.