Jinan li Rihayê dest bi xebatên 25'ê Mijdarê kir 2022-11-15 15:15:09     RIHA - Bi minasebeta 25'ê Mijdarê TJA’yê li Rihayê dest bi xebatan kir û banga mezinkirina têkoşîna li hemû jinan kir.    Tevgera Jinên Azad (TJA) li Rihayê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî daxuyanî da. Daxuyanî, li Taxa Kaplan a navçeya Eyyubiye ya Rihayê hat dayîn û gelek jin tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî faşîzmê û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e” û dovîzên “Êrişa li dijî zanista jinê, êrişa li dijî mirovahiyê ye” û “Jin, jiyan, azadî” hatin vekirin.    Di çalakiyê de wêneyên Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen û rojnameger Nagihan Akarsel ku li Silêmaniye ya Herêma Federal a Kurdistanê hatibû qetilkirin hatin hildan. Daxuyanî, ji hêla aktîvîsta TJA’yê Hamîde Goktaş ve hat xwendin.    Hamîde, da zanîn ku keda jinan ji hêla polîtîkaya şerê taybet ve tune tê hesibandin û wiha got: “Keda wan tê xwarin. Weke TJA’yê em dibêjin ku têkoşîna jinan a enternasyonal, mezintirîn hêze ku dê azadiya jinê û azadiya civakê pêk bîne. Bi esasgirtina jiyana azadîxwaziya jinê re civak dikare ji tundiyê bê dûrxistin û bi vê bîr û baweriyê banga me ji bo hemû jinan ew e ku bi ruhê 25’ê Mijdarê bexwedan û têkoşîna xwe mezintir bikin. Soza me ew e ku kesek nikare pêşî li ber têkoşîna azadiya jinê bigire.”    Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.