Jinên Mexmûrê starta çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê dan 2022-11-15 14:29:39     MEXMÛR - Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyek starta 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundîtûjiya Li Ser Jinê da.   Bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê ji bo 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundîtûjiya Li Jinê starta çalakiyên xwe da. Di daxuyaniya ku li ber deriyê Meclîsa Îştarê ji aliyê koordînsayina meclîsa Îştar Gurbet Îşlek ve hate xwendin de plansaziya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê jî hat aşkerekirin.   Di daxuyaniyê de pêşengên jin ên di têkoşîna azadiya jinê de jiyyana xwe ji dest dane hat bibîr anîn û wiha hat gotin; “Ji Roza Luksemburg û xuşkên Mirabel, bi Sarayan, Sêvê, Deniz Poyraz, Helbest û Nagîhanan, li dijî dewletên mêr yên kujer kevneşopiya jinê ya şoreşgerî bi canê xwe berdewam kirin û mirateyek mezin ji mere bi cih hiştine bi bîr tinin. Her wiha ew jinên ku bi mejiyê dewleta mêr bûne hedefa destavêtin, işkence û tundiyê ji bo ew hêcete ku em têkoşînê jinê hîn mezintir bikin. Ji bo jinên hatine qetilkirin em bi biryar in ku têkoşîna xwe ya jiyana demokratîk, wekhev û azad şoreşa jinê mezin bikin. Dewleta tirk a faşîst û hêzên navnetewî yên ku li pişt wê, ji bo qirkirina Kurdan û qirkirina têkoşîna azadiya jinê hevkarî dikin êrîşên piralî dikin. Îşkenceya tecrîtê ya girankirî ya li ser Rêber Apo bi tundî berdewam dike ku Rêer Ao jiyan xw kesayeta xwe daye azadiya jinê. Dewleta tirk ya faşîst bi karanîna çekên qedexekirî yên kimyayî li dijî gerîla heta bi qetilkirina naverastê, ji her curê îşkenceya li girtîgehê heta bi qedexekirina ziman, çand û hebûna her qada jiyanê bi tundiya dewlet a mêr, bi mirinê diuximînin.”   ‘Dem dema Şoreşa Jinê ye’   Di daxuyaniya Meclîsa Îştarê de bal hat kişand ser êrişên mêr dewletê ya li ser jinê û wiha hat gotin; “Ji bo me çawa jin tê wateya jiyanê, ji bo sîstema mêr û Erdoxanê faşîst tê wateya mirinê. Lewma li kuderê iradeya jina azad bibîne komkojî, mirin, destavêtin li wir ferz dike û hewil dide tune bike. Ji ber vê yekê em gelek giring dibînin 25’ê Mijdarê bi xurtî binirxînin û li dora çalakî û serhildanên jinan bigihijin lutkeyê. Ji ber ku dem hatiye ev serhildan li dora jinê bigihe astek nû, asta şoreşa jinê. Niha dema şoreşa jinê ye bi şiara ‘Jin Jiyan Azadî’ serkeftin mîsogerkirin e.”   Meclîsa Îştarê rêzeçalakiyên xwe wiha aşkere kir;   “Roja 19-20’ê Mijdarê di bin banê komîteya jineolojî de semîner û sînevizyon were dayîn.   Roja 20’ê Mijdarê wê xwendevanên dibîstana Seretayî daxuyanî bidin.   Roja 21’ê Mjidarê Weqfa jinan semîner bide.   Roja 22’ê Meclîsa Jinên ciwan li ser diwar û direkan wêne werin daliqandin.   Roja 23’ê Mijdarê Akademiya Şehîd Jiyan ji bo xwendevanên Amadeyî semîner were dayîn.   Roja 24’ê Mijdarê meşek girseyî ya jinan were li darxistin.   Roja 25’ê Mijdarê wê mêrên wargeha Mexmûrê meşekê li darbixin.”