Li gundê Hezexê civîna 25'ê Mijdarê 2022-11-14 16:06:36     ŞIRNEX - TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de li navçeya Hezexê civînek li darxis. Di civînê de parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr axivî û diyar kir ku jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bersivê didin desthilatdariyê.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên ê 25’ê, li gundê Hespistê ya navçeya Hezexa Şirnexê civînek li dar xist. Di civîna ku li hewşa Mizgefta Hespistê hatî lidarxistin de pankarta “Li dijî faşîzm û qirkirinê, dem dema azadiya jinê ye” hat daliqandin. Parlementera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û gelek jin beşdarî civînê bûn.    Di destpêkê de aktîvîsta TJA’ê Guler Tunç axivî û bal kişand li ser girîngiya 25’ê Mijdarê û got: “Me starta xebatên xwe yên 25’ê Mijdarê di çarçoveya polîtîkayên şerên taybet de da. Em bi îdîaya vî sedsalê bixin sedsala azadiya jinê xebatên xwe bimeşînin. Bi vî minasabetê em çalakî û bernameyên curbicur li dardixin û balê bikşînin li ser polîtîkayên şerên taybet ên li hemberî jin û ciwanan."   Dû re parlamentera HDP’ê Nuran Îmîr axivî û destnîşan kir ku desthîlatdar ji hêza jinê ditirse û lewra di her qadê de hewl dide jinan dorpêç bike û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em jin dixwazin sibêroja xwe ava bikin. Sibêroja xwe bi fikr û ramanên xwe yê di çarçoveya azadiya jinê ve dixwazin ava bikin. Ev îdîa û armanca me bûye tirsa desthîlatdariyê û loma jinê wek hedef nîşan didin û polîtîkayên şerê taybet li hemberî jinê didin meşandin. Jinên kurd heta niha bi wêrekî, têkoşîn û berxwdana xwe aniye heta wan rojan. Jin li dijî êrişên desthîlatdariyê bi tilîlî û dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' bersîv didin. Bizanibin ku jin natirsin û dê li ber xwe bidin.”   Nuran di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li hemberî deskeftî û hebûna jinê bêtehamûlîyek heye û got: “Li Şirnexê desthîlatdar rûyê xwe ya li hemberê jinê bi hêzên girêdayî dewletê ve nîşan didin. Firdevs Babat û Leyla Karaaslan û gelek jinên din ji bo van polîtîkayên taybet ve mînakên herî berbiçav in. Îro li her deverê cîhanê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' raperinek heye. Ji me ditirsin, ji tayên porên me û ji sekna me ditirsin. Lê bila bitirsin. Em ê bi sekn û têkoşîna xwe bibin kabûsa wan. Em soz didin ku dê azadî û serleftina jinê pêk binînin.”   Civîna jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.