Meşa mêran a li dijî tundiya li hember jinan 2022-11-14 15:11:41     ŞEHBA - Li Kantona Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Li dijî her cureyên tundiya dewlet û zihniyeta mêr, jin jiyan azadî" bi sedan mêr daketin qadan li dijî tundiya li hemberî jinê meşek li dar xistin.    Bi minasebeta 25'ê Mijdarê, bi pêşengiya Komîteya Jinan a Meclîsa Efrîn û Şehbayê bi dirûşma "Li dijî her cureyên tundiya dewlet û zihniyeta mêr, jin jiyan azadî" mêran meşek li dar xist. Meş ji navçeya Ehrez a Kantona Şehab Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpêkiri heta qada navçeyê dom kir. Bi sedan mêr û nûnerên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û civakê tevlî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, jinên ku hatine hedef girtin û alên Kongreya Star hatin hildan. Her wiha di meşê de dawîzên wekî "Dîsa û hezar caran jin jiyan azadî", "Zilamtî ne biyolojîk e, nexweşiyeke hişmendî ye" û "Ji jinên ku têkoşîna azadiyê dike netirse, ew ê te jî ber bi azadiyê ve bibe" vekirin.    Piştî ku meş gihaşt qada navçeyê li vir axaftinek hat kirin. Axaftin ji hêla endamê Meclîsa Kantona Efrîn Fewzî Mustafa ve hat kirin û wiha axivî: "Bi hezaran sal in ji aliyê zihniyeta mêr-dewletê ve jin di her cureyên tundiyê re rûbirû dimîne. Em îro li hev civiyane ji bo roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan. Avakirina jiyanê ji dîrokê heya roja îro di Rojhilata Navîn de bi destê dayikên xwedewand bû. Zihniyeta dewlet bandor li ser zihniyeta mêr jî kir ew tundiyê ser jin bide meşandin. Li dijî vê yekê divê em mêr xwe perwerde û rêxistin bikin û xwe ji zihniyeta dewlet rizgar bikin ku em bikarin bi hevdu re jiyanek azad û demokrat ava bikin."