Eren Keskîn û Jiyan Tosun hedef hatin nîşandan 2022-11-14 11:33:37       STENBOL - Piştî teqîna li Cadeya Îstîklalê Eren Keskîn û Jiyan Tosun hedef hatin nîşandan, Parêzer Jiyan li dozgeriyê gilî kir û got: "Şevê din bi sedema ewlehiya canê min nîne ez li edliyeyê mam."   Demekî pir kin piştî teqîna li Cadeya Îstîklalê ya Beyoglû ya Stenbolê, Adem Taşkaya yê ji Partiya Zaferê parêzer Jiyan Tosun weke hedef nîşan da. Li ser vê yekê Jiyan Tosun, li dozgeriyê gilî kir. Di dema teqînê de Jiyan Tosun li Qereqola Kuçukçekmeceyê bi miwekîlê xwe re hevdîtin dikir. Piştî ku hedef hat nîşan dan, polîsan bi hinceta “derheqê wê de gilî heye” îfadeya wê girt. Jiyan Tosun, piştî ku îfadeyê wê hatî girtin jî hat berdan.     Piştî hedefnîşandanê, gelek gef li parêzer Jiyan Tosun hatin xwarin û li ser vê yekê Jiyan çû edliyeyê û bi sedema “ewlehiya canê min nîne”, heta serê sibehê li edliyeyê ma. Di saetên serê sibehê de Jiyan Tosun li dozgeriyê gilî kir.     Di heman demê de gefên kuştinê li Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn jî hatin xwarin. Eren. têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir. Eren, da zanîn ku li ser telefonê li wê hatiye gerîn û gefên kuştin û destdirêjiyê lê hatine xwarin. Eren, wiha domand: “Ez nizanim bê ka em çima hatin hilbijartin lê di halê hazir de ne ewlehiya canê min û ne jî ya Jiyanê tune ye.”