'Em soza Şengaleke xweser û azad didin' 2022-11-13 12:49:25     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi minasebeta salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê daxuyaniyek da û wiha got: “Em soza Şengaleke xweser û azad didin.”    Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi boneya 7’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ’ê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi bîr xist ku Şengal di 13’ê mijdara 2015’an de bi qehremanî û berxwedaneke mezin ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin û wiha got: “Ev pêngav bi pêşengtiya hêzên YBŞ’ê, gerîlayên azadiyê û şervanên YPG-YPJ’ê hate pêşxistin. Şengal kolan bi kolan, mal bi mal û gav bi gav hate azadkirin. Di serî de em kesên di vê pêngava berxwedanê de şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin û soza afirandina Şengaleke xweser û azad didin.”   Xiyaneta PDK'ê   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şêniyên Şengalê zincîrên koletiyê şikandine û hat bibîrxistin ku hêzên girêdayî PDK'ê di dema êrîşan de reviyane. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, "PDK'ê xeta xwe ya îxanetê berdewam kir. Di pêngava azadkirina Şengalê de jî xwestin vê xeta îxanetê bidomînin."   Êrîş berdewam dikin   Daxuyaniyê de hat gotin ku PDK û Tirkiyeyê di sala 7'emîn  a rizgarkirina Şengalê de jî êrîşên xwe dewam dikin û wiha hat gotin: “Dewleta Tirk hem êrîşî Êzidiyan dike, hem jî êrîşî gerîlayên azadiyê dike. Her wiha gerîlayên azadiyê yên ku di rizgarkirina Şengalê de rol lîstin, îro ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin. Di salvegera rizgarkirina Şengalê de em soz didin gelê xwe û şehîdên xwe ku berdela wê çidibe bila bibe em ê  Şengaleke azad û xweser biafrînin.”