Şêniyên Mexmûrê êrişên bi çekên kîmyewî protesto kirin 2022-11-12 16:19:27     MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, li dijî êrişên bi çekên kîmyewî meşek li dar xistin bang li kurdên li her derê cîhanê kirin ku li hemberî êrişan helwesta xwe nîşan bidin.    Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo protestokirina êrişên kîmyewî yên ku dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne, meşiyan. Çalakger li ber Saziya Malbata Şehîdan hatin ba hev û ji vir heta ber Neteweyên Yekbûyî (NY) meşiyan. Di meşê de alên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên 17 gerîlayên HPG’ê yên di êrîşa kîmyewî de hatin qetilkirin hatin hildan. Di meşê de pankarta “Dewleta Tirk li hemberî gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne” û “Çekên kîmyewî ev der Geliyê Zîlan e” hatin vekirin. Her wiha bê navber dirûşmeyên “Bimre xiyanet”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Kujer Erdogan” hatin berzkirin. Ji bo bal bê kişandina ser êrişên kîmyewî jî, çalakvanan cilên spî li xwe kirin.   Dema ku girse gihişt ber NY’ê li vir deqeyek rêz hat girtin. Piştre Endamê Komîteya Dîplomasiyê Saît Çomlek axivî û û got: "Dewleta Tirk tu carî nekariye pêşî li şerê azadiyê bîne. Ji ber ku dewleta Tirk îro ketiye tengasiyê di aliyê siyasî, aborî û dîplomasiyê de têk çûye, rê û rêbazên gelek qirêj bikar tîne û bikaranîna çekên kîmyewî jî beşek ji vî şerê qirêj e. Her wiha bi firotina tiryakê jî, hewl dide şerê xwe yê qirêj bidomîne.   Dewleta Tirk ne tenê vê salê dest bi karanîna çekên kîmyewî kiriye, ev bi dehan sal in li hemberî gerîla êrişên kîmyewî pêk tîne. Dewletên cîhanê yên endamên NATO’yê jî ku qaşo xwe demokratîk dihesibînin, çavê xwe li hemberî bikaranîna van êrişan digirin. Lewma divê hemû saziyên demokratîk ên cîhanê, li dijî êrişên kîmyewî rabin. Em bang li hemû kurdên ku li her dera cîhanê dikin ku li dijî êrişên kîmyewî, helwesta xwe nîşan bidin. Divê baş bê zanîn ku dewleta Tirk wê tu carî bi ser nekeve.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî gerîla”, “Bimire xiyanet” û “Bijî berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna” bi dawî bû.