Rêxistinên Jinan bernameya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdar aşkera kirin 2022-11-12 13:21:35       QAMIŞLO - Platforma Çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê, bernameya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Jinê ya Cîhanê bi daxuyaniyekê aşkera kirin.   Bi dirûşmA ‘Li hemberî her cure tundiya dewlet û zihniyeta mêr; "Jin, Jiyan, Azadî" Platforma Çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê ku ji 33 tevger û rêxistinên jinan pêk tê, rêzeçalakiyên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Jînê ya Cîhanê aşkera kir. Daxuyanî li bajarê Qamişlo bi tevlibûna 100 jinan li stadyoma 12’ê Adarê hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Platforma Çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan Rîhan Loqo ve hate xwendin.    Daxuyanî wiha ye:   “Bi boneya 25’ê Roja Têkoşîna bi Tundiya li Jinê ya Cîhanê  û bi dirûşma 'Li hemberî her cure tundiya dewlet û zihniyeta mêr; Jin, Jiyan, Azadî' em hemû jinên ku beriya 5 hezar sal di dîroka baviksalariyê de ji ber tundiya mêran jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Xwîşkên Mîrabal ên li dijî dîktatoriya faşîst a li Komara Domînîk sekinîn û bi awayekî hovane hatin qetilkirin îro bûne çirûsên têkoşîna li dijî tundiyê. Em ê soza bilindkirina têkoşîna jinên pêşeng (Rosa Luxemburg, Sakîne Cansîz, jîna Emînî, Nagîhan Akarsel, Jiyan Tolhildan, Zeyneb Sarûxan, Hind û Saada, Hana Al-Sagir, Delal Nurheq, Rûken Jiyan) ??bikin esasê şoreşa xwe û li dijî tundiyê dewam dikin.   Bi boneya Roja Têkoşîna li dijî tundiya li Jinê ya Cîhanê, em hemû cureyên tundiya li ser jinan red dikin û piştgirtiya xwe ya mayinde ji tevahî jinan re nû dikin.  Em weke jinên platforma çalakiyên hevpar ên tevger û rêxistinên jinan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, van binpêkirinên li dijî jinan ku weke sûcên şer li dijî mirovahiyê ne, ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar dikin.  Em tekez dikin ku wê biryar, têkoşîn û berxwedana  me ya  li dijî tundiyê di astên herî bilind e be.  Ji bo yekitiya komên jin, piştgiriya doza wê li her deverên cîhanê li hemberî her curên tundî, çewisandin, dagirkerî û qirkirinê em ê her li qada bin. Îro divê em van qadên dîrokî veguherînin têkoşîneke hevpar ya jinan.  Bi hêza berxwedan û rêxistinbûyîna jin re em ê bi tevahî mirovahiyê re serketineke mezin bi dest bixin.   Li ser vî esasî rêzeçalakiyên me wiha ne;   *Di 12’ê Mijdarê de bi dirûşmeya “Li hemberî her cure tundiya dewletê û zihniyeta mêr… Jin Jiyan Azadî” em dest bi kampanyaya xwe dikin.   * Semînerên taybet li ser girîngiya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jin wê bêne dayîn.   *Gotûbêj li ser asta herêmî, Rojhilata Navîn û li ser malperên tora civakî bên lidarxistin.   *Mîtîngên girseyî  wê bêne lidarxistin.   *Tevger û rêxistinên jinan li gorî bernameyên xwe yên taybet dê çalakiyên cuda li dar bixin.   *Ji 14 ta 17’ê Mijdarê dê li ser asta gund, navçe û bajaran semîner ji civakê re bên dayîn.   * Ji 18 ta 20’ê Mijdarê semîner ji  mêran re bêne dayîn.   *Ji 22 ta 23’ Mijdarê dê meşên navçeyan û meşên mêran bêne lidarxistin.   *Di 24’ê Mijdarê de wê Panel bi rêya Zoom bi zimanê înglîzî li ser asta cîhanî bê orgenîzakirin.   *Di 25’ê Mijdarê de wê mîtîngên girseyî li ser asta kantonan bi dirûşme û rengên jinan bên lidarxistin.”