Berxwedana li rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike 2022-11-12 12:49:42      NAVENDA NÛÇEYAN - Serhildana li rojhilatê Kurdistan û Îranê ya li dijî qetilkirina Jîna Emînî û ji bo azadiyê dewam dike. Duh jî li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê çalakî hatin lidarxistin.    Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadî û dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî duh di roja xwe ya 56’an de  dewam kir. Li bajarên Sine, Mahabad, Bokan, Kamyaran û gelek herêmên din ên Rojhilatê Kurdistanê, ciwan bi çalakiyên cûda nerazîbûnên xwe anîn ziman. Ciwanan bê navber nerazîbûna xwe dijî hikumetê anîn ziman û li kolanan agir pêxistin û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan.   Li Serdeşt ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber kuştina welatiyek bi navê Hêmin Hemze li gundê Bêwranî ya heman bajarokî xwepêşandanek mezin hate lidarxistin. Cenazeyê Hêmin bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ spartin axê û piştî merasîmê xwepêşandan hate lidarxistin. Hêzên rejîmê li wir jî êrişî çalakvanan kirin û alozî derket.   Li bajarê Xuremawa ya Loristanê jî cenazeyê welatiyê bi navê Sam Bîranwend spartin axê û li wê derê jî hêzên rejîmê gule bi ser welatiyan reşandin, girseya tevlî merasîmê bû dest bi xwepêşandanê kir. Li bajarên Beluçistan taybet jî Zahîdan, Rask, Wêranşar, Xaş, Pîşin, Serawan û Çabehar xwepêşandan û çalakî hatin lidarxistin.   Herwiha Li gelek bajarên Beluçistanê hêzên rejîmê hewldan bi rêya êrişan dawî li xwepêşandanan bînin. Li Tahranê jî çileya zarokê 17 salî yê bi navê Îhsan Xan Mihemedî hate lidarxistin û piştî wê jî xwepêşandan hate lidarxistin. L Qum ê jî çalakî hatin lidarxistin û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser dîwaran hate nivîsandin. Li çiyayek Tahranê komek çalakvan, ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û bajarên din ên Îranê pankarta ku li ser "Jin, Jiyan, Azadî" hatibû nivîsandin bilind kirin.