Malbata Şenyaşar: Hêrs veguherî berxwedanê 2022-11-12 11:39:38     RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar di roja 614’emîn de berdewam dike. Malbatê îro ev peyam parvekir: "Li qesra Edaletê ya Rihayê hêrs veguherî berxwedanê."   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 614’emîn de berdewam dike. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbat li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê nobeta xwe didomîne.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Edaletê ku çar sal in qet nayê. Li qesra Edaletê ya Rihayê hêrs veguherî berxwedanê…Dayika min li dijî bêedaletiyê di nobetê de ye.”