Dîren Yurtsever: Hêza Tirk li îradeya kurd qelibî 2022-11-12 09:04:46     Dîlan Babat   ENQERE - Midûra Karê Nivîsan a MA Dîren Yurtsever ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye diyar kir ku li dijî îşkenceya di bin çavan de hêza Tirk li îradeya Gelê Kurd qelibî.   Li Enqereyê di 29’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna hatiye meşandin de, nûçegîhana me Habîbe Eren, Oznur Deger, Midûra karê Nivîsan a Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever, nûçegîhanên MA Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Ceylan Şahînlî, Emrullah Acar, Hakan Yalçin bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatin girtin. Dîren Yurtsever di pêvajoya li Stenbolê hat binçavirind e bi şîdeta polîs re hat rû hev.   Dîren ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne polîtîka desthilatdariyê ya li hemberî rojnamegeran nivîsî.   Bêdengkirin û çewisandina çapemeniyê   “6 sal berê kanala televîzyonê ku ez jî têde dixebitim, têde bû çapemeniya muxalîf di şevekê de bi KHK’ê hat girtin. Ez ketibûm fikaran û min got wê welat ber bi karaseteke çawa ve biçe. Ji ber ku kengê nebaşî û xerabiyek bihata kirin an jî hatibû kirin yên ewil hatibûn bêdengkirin, çewisandin çapemenî bû. Ji ber ku ancax mafê girtina nûçeyan dikaribû rastî veşartiba û civakê xwe negîhandibayê. Di encamê de di 2016’an de bi dehan Tv, rojname û kovar hatin girtin. Atmosfera hat jiyîn jî me jiyankirinê dîtin.   Li dijî girtin, binçavkirin, qetilkirinan têkoşîn her çû mezin bû   Bêguman dîroka çewisandin û zextên li hember çapemeniyê kevne. Sîcîla dewletê ya di vê mijarê de jî gelek xera be. Hedefa ewil a van polîtîkayên ku her tim berdewam kiriye her dem çapemeniya azad a kurd bû. Hêzên tarî yên girêdayê dewletê di salên 90’î de ku sûcên dewletê li hember kurdan pêk dianîn gihiştibûn asta jor, avahiyên rojnameyan hatin bombebarankirin, rojnameger li kolanan hatin qetikirin, hatin girtin, surgunkirin, sansurkirin. Çapemeniya Kurd bi van êrîşan re her tim hat rû hev. Ev êriş wek polîtîkayek dewletê bi awayekî sîstematîk didome. Lê berxwdan û têkoşîna li dijî vê bû kevneşopiya çapemeniya Azad a Kurd. Li dijî girtin, binçavkirin, qetilkirinan têkoşîn her çû mezin bû, xurt bû û berdewam kir, berdewam dike û wê bike jî.   Provakasyona bi zanebûn...    Niha em pêvajoyên wisa dijî. Muxalefeta civakî; hewl tê dayîn bi tirsê bê çewisandin, zext lê bê kirin û şerekî qirêj tê meşandin. Di pêvajoyek wisa de çapemeniya Azad a Kurd dîsa di hedefê de  ye. Di 16’ê Hezîranê de 16 rojnameger hatin girtin û di 25’ê cotmehê de jî 9 rojnameger hatin girtin. Teşeyê binçavkiri nû girtina me parçeyek şerê qirêj e. Di 25’ê mehê de bi ser malê de girtin û bi rastî di alî fêmkirina ku dixwazin nêrînek çawa biafirînin de me zehmetî nekişand. Em ji malê derxistin û di wesayîtê de dan sekinandin. Vê bala min kişand. Ligel wesayîta em têde du hebên din li kolanê bûn. Deriyê wesayîta em têde vekirîbû, kes têde tune bû detê min kelepçekirî bû. Min dît ku polîsên ez binçavkiribûm bi esnafan re diaxivin. Ji esnafan yekî destê xwe kiribû kulm û qîriya got ‘em li taxa xwe terorîst naxwazin’. Ev mijar mijareke ku bi zanebûn dixwestin ku provakasyonek pêk bê.    Ez hedef hatim nîşandan   Xuyaye ku desthilatdarî; piştgiriya civakê ya winda kiriye dixwaze ji ser vê operasyonê, netewperestiyê derxe asta jor û bigihêje hedefa xwe. Heman rewş li nexweşxanê jî berdewam kir. Ji personelê nexweşxanê bi gotina ‘terorîsta xwendayî’ ez hedef didam nîşandan. Ev zîhniyeta ku ji xwe tehemula wan li hember kurdan tune, li hember kesên xwendayî qet tunebû. Li gorî wan kurdên xwendayî zêdetir bi xeteri n. Li ser bertek û hewldanên min di encama nîqaşa hat jiyîn de ev pêkanîn bidawî bûn. Ya rast navber danê.   Bi senaryoyek pir cuda re ratim rû hev   Li Emniyetê bi senaryoyek pir cuda re hatim rû hev. Ev senaryo dihat nasîn. Ji tiştên min ji Yenî Şafak û Ajanasa Anadolu (AA) temeşa kirine. Li Midûriyeta Emniyeta Stenbolê destê min kelepçekirî xwestin ez di navbera du alên Tirk de dîmen bidim. Gavekê ez şokeqê bijîm jî min fêm kir ku ji min çi tê xwestin. Dîmenê min wê wek ‘teslîm bûye sûcdare’ di çapemeniya desthilatdariyê de bihata serwîskirin. Bêguman li pişt tişta ku dihat xwestin bê kirin, sedem û armancên giran yên polîtîk û îdeolojîk hene. Peyamên li ser vê dîmenê bihata dayîn hene.    Hêza Tirk, li îradeya kurd qelibî   Ya yekem dîmenên li gorî ‘operasyona mezin’ ya ku di carekê de 10 rojnameger hatibûn binçavkirin, ji wan re hewce bû. Vê di heman demê de wê bertekên rayagiştî jî biçewisandana. Her çiqas beramberê wê tunebe jî ne rojnamegerek, ‘terorîstek xwendayî’ hatibû girtin. Ji ser vê îmajê dixwestin ‘operasyonê’ rewa bikin. Ya duyemîn; çavtirsandina çapemenî û muxalefetê bû. Ya sêyemîn; ferz û şertên qanûnsa sansurê ya nû hatiye derxistin pêk bînin. Ya çaremîn û ya herî girîng, di vê hawira ku desthilatdariya siyasî tevli sûcê mirovahiyê bûye, de dîmenekî serkeftinê ya hêza Tirk nîşan dide, ji wan re pêwist bû. Xwestin peyameke ku kurdên teslîm bûne, îrada wan hatiye şikandin û dagirkirin, bidin. Bêguman ew çiqas bêjin ev prosedure jî min qebûl nekir. Li dijî vê gotin wê gazî hêzên taybet bikin û îşkenca fîzîkî bikin. Lê min ev îşkence da ber çavan û min ev qebûl nekir. Min got dawî mirin be jî ez wê dîmenê nadim. Min got ez ê hemû pêkanînan bidim bihistin, ji parêzer û çapemeniyê re ragîhim û serlêdana sûc bikim. Vê biryara min bi wan şûnde gav da avêtin. Hêza Tirk, li îradeya kurd qelibî.   Em ê bibînin, binivîsin, biaxivin û serî netewînin   Min li gor sedemên girtina xwe diyar kir. Şerê qirêj yê tê meşandin, hilbijartinên nêz dibin, qanûna sansurê, sûcên tên kirin û binpêkirinên mafan… Dixwazin serê hemû rastiyan veşêrin. Dixwazin ji bo beka desthilatdariyê em nebînin, nebihîzin, neaxivin. Dixwazin dengê civakê bê birîn. Ger çapemenî bêdeng be civak jî bêdeng e. Çapemenî nebîne civak jî nabîne. Girtina me jî xelekek dijhiqûqi ye. Lê em ê bibînin, binivîsin, biaxivin û serî netewînin. Têkoşîna me di her şert û mercî de li her derê wê bidome.”