ROJEVA 12'YÊ MIJDARA 2022'YAN 2022-11-12 09:00:00   * Midûra Karê Nivîsan a MA Dîren Yurtsever ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtiye diyar kir ku li dijî îşkenceya di bin çavan de hêza Tirk li îradeya Gelê Kurd qelibî.    *Jinan derbarê 25’ê Mijdarê de nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku şîdet ne tenê pirsgirêka jinan e, pirsgirêka civakê ye û di 25’ê Mijdarê de divê em li gorî dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bên gel hev. BI DÎMEN    *Jina bi navê Pîruze Dundar ku li dijî krîza aborî û zemên li ser hev tên kirin hewl dide debara mala xwe bike, diyar dike ku di nava mehê de tu tiştek di destê wan de namîne. DÎMEN HEYE   *Yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Asya Ulker ku 10 sal e nikare pê re hevdîtinê bike,  banga serlêdana hevdîtinê li hemû hiqûqnasan kir û got: “Em wek parêzer dixwazin mafên xwe yên qanûnî pêk bînin û ev peywira me ye.” DÎMEN HEYE   * Endama Platforma Çalakiyên Rêxistinên Jin ên 25’ê Mijdarê Rîhan Loqo têkildarî amadekarên rêxistinên jinan ji bo 25’ê Mijdarê axivî û got: “Em dixwazin 25’ê Mijdarê bikin roja vejîna jinan li dijî hemû sîstemên desthilatdar û polîtîkayên qirker li ser vî esasî wê rêzeçalakiyên me jî di giraniya vê têkoşînê de bin.” BI DÎMEN    *Tevgera Jinen Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qelqeliya Wanê û Qilebana Şirnexê bi dirûşma "Li dijî faşîzm û qirkirina jinê dem dema azadiyê ye" starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê bidin. (13.00) BI DÎMEN