Rojnameger Habîbe Eren: Amirê TEM'ê fermana girtinê da 2022-11-11 14:09:16     ENQERE - Rojnameger Habîbe Eren, a ku bi 8 hevalên xwe re hat binçavkirin û girtin, di dema girtinê de tişta hat serê wê û hevlalên wê vegot. Habîbe diyar kir ku ew  bi fermana amirê Têkoşîna bi Terorê re TEM'ê hatine girtin.   Di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê hat destpêkirin de di 25'ê Cotmehê de Edîtora ajansa me JINNWS'ê Habîber Eren di encama serdegirtina mala xwe de li Amedê hatibû binçavkirin û piştî birin Enqereyê di 29'ê Cotmehê de bi 8 hevalên xwe re bi ji ber karê xwe yê rojnamevaniyê hat girtin. Habîbe serpêhatiya xwe ya di dema binçavkirin û girtinê de vegot.    Habîbe diyar kir ku di serdegirtinên malan ên di 25'ê Mijdarê de li mala xwe bi hempîşeya xwe Derya Ren a nûçegîhana JINNEWS'ê ku ji dosyayeke din dihat darizandin û tevî wan bi 11 rojnamegeran re hatine binçavkirin. Habîbe di berdewamiyê de wiha got,  " Me li emniyetê Selman Guzelyuz dît û pişter jî Oznûr Deger ji Qosera Mêreînê anîn. Piştre me bihîst ku Derya Ren birine dadgehê û piştre jî ew girtine. Ger ku ez vegerim ser binçavkirinê, piştî ku heta nîvro me dan rawestandin, gotin ku wê me bibin Enqereyê."   Rêwîtiya bi kelepçeyê   Habîbe diyar kir ku bi wê re Salman û Oznûr jî kelepçekirî li wesayitê siwar kirine, piştî madekariya rêwîtiyê her ku çûye hejmar polîsan jî zêde bûye. Hebîbe wiha dirêjî da axaftina xwe, "Em dûrî hev rûnandin û nehiştin ku em bi tu awayî têkiliyê bi hev re daynin. Bi 30 polîsî re em ji bo biçin Enqereyê bi rê ketin.  Di wesayitê de li gel polîsên bi çekên luledirêj, 5 cendirmeyên bi çekên luledirêjî cih girtin. Dema ku em gihaştin Rihayê me dît ku nûçegîhanên MA'yê CeylaN Şahînlî û Emrullah Acar jî anîn. Herî kêm 15 saetan rêwîtiya me bi awayê kelepçekirî berdewam kir. Axaftina me ya bi hev re jî qedexe bû. Ji bilî molaya ji bo xwarin û avrêjê kelepçeyên di destên me de nehatin derxistin.  Em berê sibehê gihîştin Enqereyê. Piştî kontrola tendirustiyê em birin TEM'a Enqereyê û me li wê dît ku kesên hatine binçavkirin zêde ne."   'Emîrê TEM'ê: Ez dewlet im'Ben devletim   Habîbe, anî ziman ku di roja duyemîn a binçavkirinê de ji bo şopandina tiliyan birin qadeke din û li wir ji ber ku Oznur Deger kelepçe kiriye ji aliyê midûrê polîsan ve lêdan xwar û îşkence lê hatiye kirin û wiha got: "Dema Oznur li ber xwe da, wê bi serdev ji erdê û bi kelepçe ji derenceyan kaş kirin. Wê demê me bi hêzek mezin bertek nîşanda û me ji wan re hûn îşkencekar in. Heman tehdîtê li me jî kirin. Dema me got hûnê bên darizandin emîrê TEM'ê got 'min gelek çepgîr û hikumetan dît. Ez 30 sal in li vir im. Tiştek nebû ez dewlet im dewlet'. Dema me xwest îşkenceyê derbasî zabitnameyê bikin ji me re gotin 'Li ser dîwer binîvsînin'.  Dema me xwest ji bo Oznure rapor bê dayîn guh nedan me. Oznur ji me re got bi kuştinê hatiye tehdîtkirin. Dema em çûn TEM’e heman muamele berdewam kir."    'Ji bo çapemeniya alîgir dîmen kêşandin'    Habîbe wiha bal kişand ser pêvajoya birina li cem dozgeriyê: "Dema ku me bibin cem dozegeriyê me hevdû dît. Bi kelepçeyên berovajî me yek bi yek ji odeyan derxistin. Em li dijî kelepçeyan derketin û me Protokola Stenbolê anî bîra wan. Lê mê dîtin ku li vir ji bo çapemeniya alîgir mîzansenek tê amadekirin. Dema me ji wan re got ‘Gelo lîstîka we neqediya? Hûnê niha servîsê li ku bikin?' ji me re gotin 'De heta maşîneyê wisa be'. Piştre me xistin dorê  û li cem gelek polîsan dîmenê me kêşandin. Dema me dirûşm berz kir jî talîmata 'Kelepçeyan dernexin' hat dayîn. Dema em anîn Edliya Enqerê carek din dîmenê me kêşandin."   'Ji hêla 9 dozgeran ve îfade hatin girtin'   Habîbe, da zanîn ku li edliyê 9 dozger bi heman demê îfadeyên rojnamegeran girt û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dozgerê ku îfadeya min girt pirsên lidij hiqûqê dipirsiya. Tiştên ku min negotî di zabitnameyê de derbas kirin. Dema parêzer li dijî vê yekê derketin, bang li polîsan kirin û me ji odeyê derxistin. Polîsan carek din destê min kelepçe kir û bêyî xwendina zabitnameyê me îfadeya xwe îmze kir. Di dema îfedayan de nêzi saetek 45 deqîqeyan ez li ser piyan mam."   Polîs talîmat da dadger   Habibeyê bi lêv kir ku bi saetan şûnde 9 kes ji bo girtinê sewq kirin û heta li dadgeriya nobedar îfade dane saet bûye nîvê şevê û wiha pê de çû:"Li dadgeriya nobedar îfadeya dawî saet di sisê serê sibehê de hat girtin. Piştî 10-15 deqeyan dadgeran biryar eşkere kirin. Û em hemû hatin girtin. Lê belê heta îfade qediyan ji bo her îfadeyê 3 polîsên TEM'ê jî beşdar dibûn. Berî biryar bê eşkerekirin polîs ketin dadgehê û talîmat dan. Piştî biryara girtinê destên me kelepçe kirin û me ji edliyeyê derxistin. Me li vir dirûşma 'Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin' berz kir. Li ser vê yekê li me dan devê me girtin. Dema em li wesayita wê me bibira Girtîgeha Sîncanê siwar bûn, vê carê amîrekî din got 'kê ew nîşaneya serfiraziyê kir?' Me jî got 'me hemûyan'. Got 'hadê 15 salan birizin' û derî li ser me girt."   Pêdiviyên me neanîn cih   Habibeyê da zanîn ku wan saet di 05.00'an de anîne Girtîgeha Jinê ya Sîncanê û wiha got:"Piştî karên teknîkî lêgerîna tazî li ser me ferz kirin. Lê dema me serî hilda paşde gav avêtin. Du rojan ji bo em derbasî qawişê bibin me li 'odeya muşadeyê' dan sekinandin. Rojek û nîvekê av nedan me. Me got nexweşiya gurçikan bi hevala me re heye lê belê dîsa neanînin. Piştî hewldana me ava lîtreyeke û nîvekê anîn. 5 rojan li qawişa vala tu pêdiviyên me neanîn cih. Piştî me bi caran ragihand û daxwazname şand şûnde pêdiviyên me bi cih anîn. Piştî me serî hilda mase û kursî anîn. Hîn jî ji bo gelek pêdiviyan em li berxwe didin."