ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-11 09:00:00     * "Di sedsala 19’an de jinan mafên xwe zêdetir bi hev re axivîn û ev jî dikare wek hêrsa bi sedsalan bikare bê vegotin. Jinan kapasîte û wekheviya entelektuel nîqaş kirin û ji bo derfetên perwerdê zêdetir belav bikin xebat meşandin û em dikarin ji vê sedsalê re bêjin sedsala ‘yên gore şîn’ ku rayagiştî avakirine." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Parêzer Resul Temur derbarê 26 rojnamegerên hatine girtin de axivî û got îdianama wan hîna nehatiye amadekirin û got: “Di dawiya 5 mehan de dibêjin ‘derbarê metaryalan de me lêkolîn neqedandiye’ û ev jî tê wateya ku hewl didin der barê dosyayê de delîlên surprîz biafirînin.” BI DÎMEN   *Aktîvîstên TJA’yê di 25’ê Mijdarê de wê bi dirûşma ‘Li Dijî Faşîzm û Qirkirina Jinê Niha Dema Azadiya Jinê ye’ wê li kolanan bin û her wiha gotin wê berxwedan û têkoşînê bilind bikin, banga tevlibûna qadan li hemû jinan kirin. DÎMEN HEYE   *Di çarçoveya îlankirina OHAL’ê de bi hejmara 677 ya KHK’ê ve gelek saziyên jinan jî navê de bi giştî 370 komele di mijdara 2016’an de hatin girtin.   *Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serî li wezareta dadê dane lê tu bersivek nehatiye dayîn û got: “Nedayîna bersivê bi tena serê xwe nîşan dide ku tecrîd çiqas giran e. Heta encam neyê girtin wê serlêdan bidomin.” BI DÎMEN