Çalakvanên 'Nobeta Edaletê' daxwaza berdana girtiyên nexweş kirin 2022-11-10 15:08:14     ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Îzmîrê di roja 137’emîn de didome. Malbatên girtiyan carek din daxwazên xwe dubare kirin û gotin: "Ji bilî pêkanîna edaletê daxwazek wan din nîne. Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan."    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Îzmîrê 137 roj in bê navber didome. Malbatan îro ji bo çalakiya xwe pêk bînin li ber Baroya Îzmîrê kombûn. Malbatên girtiyan berdilkên li ser “Deng bide zindanan” û “Ji girtiyen nexweş re azadî” li xwe kirin. Di çalakiyê de dirûşmên wek “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” û “Ji şer e na, hema niha aştî" hatin berzkirin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Bornovayê ji bo pişevaniyê tevlî çalakiya malbatan bû.    Di çalakiyê de dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê ku li girtîgeha Bandirma ya Balikesirî girtî ye Hanîfe Gumuş axivî û got: "Ji bilî pêkanîna edaletê tiştek din nîne. Li girtîgehan bi hezaran girtiyên nexweş hene. Divê êdî li girtîgehan mirin pêk neyên. Gelo ev zilm dê heta kengê bidome. Em nikarin bi zarokên xwe re têkilî daynîn. Em pere ji girtiyan re dişînin lê belê têr nake, ji ber ku her tişt li girtîgehê bûye pere. Em tenê daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş dikin."    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan piştî berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.