Starta xebatên 25'ê Mijdarê dê li Qilebanê bê dayîn 2022-11-10 10:32:40     ŞIRNEX - Aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç, daxuyand ku ew ê starta xebatên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê li Qilebanê bidin û destnîşan kir ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” ew ê vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinê.   Tevgera Jinên Azad (TJA) dê îsal starta xebatên xwe yên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya Cîhanê bi dirûşma "Li dijî faşîzm û qirkirina jinê dem dema azadiya jinê ye” bidin. TJA'yê  di vê çarçoveyê de di 5’ê mehê de li Stenbolê bi deklasrasyonek plansaziya xebatên xwe aşkere kir û diyar kir ku ew ê li  3 navendan starta xebatên xwe bidin û yek ji wan navendan jî Şirnex e. Aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç têkîldarî mijarê axivî.   Guler, daxuyand ku wan bêrîya mehekê bi nîqaşên berfirehî çarçoveya xabatên xwe yên 25’ê Mijdarê diyar kirine û wiha axivî: “Ewilî li Stenbolê me bi deklarasyonekê xebatên ku em ê bikin diyar kirin. Di konferansa ku berî bi demekê me li Êlihê li dar xist de gelek biryar û mijar tê de hatin destgirtin. Di 11’ê Mijdarê de ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel ku li Silêmaniyê hate qetîlkirin li Enqereyê bernameyek taybet bê çêkirin. Piştre di 12’ê Mijdarê de li Wanê di şexsê Jîna Amînî de têkoşîna jinan û gelên Îranê  wê were silavkirin. Di heman rojê de jî li hemberê polîtîkayên şer ên taybet li Qilebanê Şirnexê starta xebatên xwe yên 25'ê Mijdarê em ê bidin û mijara me ya sereke polîtîkayên şerên taybet yên ku 7 sal in li herêma Botanê tên meşandin e. Ji ber ku di mehên dawîn de 6 jin bi  awayê  hovane hatine qetîlkirin.  Em ê li hemberê van polîtîkayên li ser jin û ciwanan tên meşandin starta xwe bidin.”   ‘Xwe rêxistinkirin girîng e’   Guler, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser plansaziya xebatên li Şirnexê ku wê bên destpêkirin û got: “Di çarçoveya xebatên me de xala serke rêxisitnkirin e û hevdîtina bi jinan re ye. Her wiha mijarên wekî edalet, tecrîd û binpêkirina mafan jî di nava mijarên me de cih digirin. Ji aliyek din ve jî têkoşîna li dijî çekên kimyewî, sûcên şer, polîtîkayên şer ên taybet, têkoşîna li dijî qetîlîaman em ê bixin rojeva xwe. Sernavên ku me di konferansê de girtin dest em ê bi berfirehî bi cûr bi cûr xebatan  pêk bînin.”   ‘Em ê vê sedsalê bikin azadiya jinê’   Gukerê, di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet, girankirina tecrîdê, qirkirina çandî, bikaranîna çekên kimyewî û qirkirinên polîtîk bi xurt kirina rêxistinbûyîna xwe em ê xebatên xwe pêk bînin. Bang li hemû jinan dikinm ku di çarçoveya xebat û bernameyên me de bila bên gel hev  û bi tevlîbûnek xurt bersîvê bidin. Bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ku êdî ji bo me ji dirûşmeyek wêdetir e, em dibêjin ku em ê  vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinê.  Werin em bi hev re li dijî faşîzmê, qetîl kirina jinan û girankirina tecrîdê, li dora têkoşîna azadiya jinê kom bibin.”