Reyhan Yalçindag: Hemû ceza bê hukum mane 2022-11-10 09:04:10     Dîlan Babat   ENQERE - DMME’yê der barê 13 parlamenteran de biryara binpêkirinê da. Parêzer Reyhan Yalçindag biryar nirxand û got hemû cezayên hatine dayîn bê hukum mane û got: “Di  rewşa biryarê pêk neynin wek biryara Kavala, wê prosedura bipêkirinê ya (AÎHS) û Statuya Konseya Ewropa hatiye avakirin pêk bê.”   Dadgeha mafê Mirovan a Ewropa (DMME) der barê hevseroka giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û 13 parlamenteran de serlêdana hatiye kirin, biryara wê da. Di serlêdana hatiye kirin de girêdayê girtina Fîgen Yuksekdag û parlamenteran de,biryar hat dayîn ku 18’emîn xala Peymana Mafê Mirovan a Ewropa (AÎHS)  hatiye binpêkirin. DMME’ê her wiha Tirkiye bi 184 hezar û 600 Euro tazmînata manewî mahkum kir.    Parêzer Reyhan Yalçindag, biryara DMME’ê ya der barê darbeya 4’ê Mijdarê de nirxandin kir.   Reyhanê da zanîn ku biryar dişibe biryara DMME’ê ya der barê Selahattîn Demîrtaş, rakirina destnedanan, Fîlîz Kerestecîoglu û Ferhat Encu û wiha got: “Her çiqas hikûmet bikaribe sê mehan de îtîraz bike jî  di rewşa îtîrazek wisa hebe de jî dadgeh vê îtîrazê li ber çavan nagire û nabe Daîreya Mezin. Ji ber vê jî  em dibêjin ku divê demildest ev biryar pêk bê. Fîgen Yuksekdag ya di biryarê de navê wê derbas dibe û hîna girtiye, her wiha Selahattîn Demîrtaş ku  di 4’ê mijdarê de hatiye girtin û ji heman sedeman dozek din lê hatiye vekirin, hîna girtîne.”   ‘Biryara sêyem e’   Reyhanê daxuyakirin ku li gorî biryara DMME’ê divê Fîgen Yuksekdag demildest bê tahliyekirin û dadgehê bi awayekî zelal der barê  13 parlamenteran de biryar daye ku bi saîkên siyasî hatine girtin. Reyhanê wiha daxuyand: “Di  rewşa biryarê pêk neynin wek biryara Kavala, wê prosedura bipêkirinê ya (AÎHS) û Statuya Konseya Ewropa hatiye avakirin pêk bê. Ji bilî Fîgen Yuksekdag, parlamenterê mey ê din ku serlêdana wî heye Îdrîs Baluken e. Piştî darizandinek bi lez Îdrîs Baluken hat girtin û hîna girtiye.”    ‘Divê biryara DDB’ê ya Îdrîs Baluken demildest pêk bê’   Reyhanê da zanîn ku gelek serlêdanên Îdrîs Baluken li Dadgeha Destura Bîngehîn hene û wiha vegot: “Îdrîs Baluken ji ber propaganda û endamtiyê ceza girtiye û ev axaftin hemû di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ne. Tevî ev hemû di çarçoveya Xala 83/1.   Destura Bingehîn de ye bi saîkên siyasî ceza lê hatiye birîn.Divê demildest biryarên  ji bo ev ceza ji holê bên rakirin, pêk bên.”   ‘Dikare ceza bên dayîn’   Reyhanê wiha dawî lê anî: “Biryarên DMME teqezin. Ji ber vê îtîrazkirin ne derbasdare. Her tişt aşkera li holê ye. Di  rewşa biryarê pêk neynin wek biryara Kavala, wê prosedura bipêkirinê ya (AÎHS) û Statuya Konseya Ewropa hatiye avakirin pêk bê. Ji bo rewşên neyînî neyên jiyîn divê vegerin ser rêgeha deleta hiqûqî, dawî li zextên li ser siyasetmedarên Kurd, muxalîf, siyasetmedarên HDP’ê, rêveberên wê, bê.”