ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-09 09:00:00     *Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Menekşe Kizildere der barê bikaranîna çekên kîmyewî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatiye de nirxandin kir û da zanîn ku çekên kîmyewî dibin sedema sûcên ekolojîk û got li dijî vê divê têkoşîna yekbûyî bê dayîn. DÎMEN HEYE   * Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, ji bo serdema nû ya perwerdehiya zimanê Kurdî dest bi qeydan kir. Rêvebera Komeleyê Fatma Gîzleyîcî, diyar kir ku parastina zimanê Kurdî berpirsyariya li ser milê hemû kurda ye. DÎMEN HEYE   *Rojnamevanên Wargeha Mexmûrê bertek nîşanî girtina xebatkarên Çapemeniya Azad a Kurd dan û gotin ku ew ê li ser şopa heqîqetê bimeşin. DÎMEN HEYE