Nobeda Edaletê di roja 135'an de ye: Ji vê zilmê re êdî bes e 2022-11-08 15:33:59     ÎZMÎR - Di roja Nobeda Edaletê ya 15'an de xizmên girtiyan, diyar kirin ku ew ji bo her kesî edalet û aştiyê dixwazin û gotin, "Ji vê zilmê re êdî bes e."   Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku bi daxwaza girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe dabûn destpêkirin li ber Edliyeya Îzmîrê di roja 135'an de berdewam kir. Xizmên girtiyan ên ku berdilkên bi nivîsên, "Deng bide zindanan" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" li xwe kirin, dirûşmên, "Jin, jiyan, azadî", "Em şer naxwazin" berz kirin. Rêxisitnên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Menemen û Karşiyakaya Îzmîrê , Nûberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û ên Komeleya Kesên li Anatolyayê Xzimên Xwe Winda Kirine (ANYAKAY DER)  tevli daxuyaniyê bûn.    Dayika Mehmet Nezîr Gumuş ê li girtîgeha T-1 a Bandirmaya Balikesîrê girtî ye  Hanîfe Gumuş , diyar kir ku ew aştî û edaletê dixwazin û berdewam kir, "Çavê me ne di xwîn, qirkirin û pere de ye. Em li benda aştî û edaletê ne. Em naxwazin xwîn bê rijandin. Em dixwazin girtiyên nexweş serbest bên berdan. Em naxwazin cenazeyên zarokên me di kîsan de radestî me bên kirin. Ji vê zilmê re êdî bes e. Bila herkes bi dengê bilind aştiyê bixwaze."   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.