Li Dresdenê li dijî çekên kîmyewî kon hat vedan 2022-11-08 11:00:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo li ser êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî agahî bi raya giştî re bêne parvekirin, li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê kon hat vedan.   Têkildarî êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî, li bajarê Dresden ê Elmanyayê kon hate vedan. Çalakî wê 3 rojan dewam bike. Li gel agahdarkirina têkildarî êrîşên kîmyewî her wiha li dewletên ku mohra xwe danîne binê peymanên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi taybetî Elmanya û saziya OPCW bang tê kirin ku bi erka xwe rabin.   Di çalakiyê de belavok tên belavkirin û li ser sûcên şer ên dewleta tirk agahî têne dayin.   Çalakiya ku doh destpê kir, îro li Albert Platzê dewam dike.