Qetilkirina Nesrînê serhildan geş kir 2022-11-07 13:20:41     NAVENDA NÜÇEYAN - Duh li rojhilatê Kurdistan û Îranê  ji bo ku rejîmê şermezar bikin gel di pêşengiya jin û ciwanan de daket qadan û bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî hat ragihandin ku dê çalakî bidîmînin.    Xwepêşandan û çalakiyên ji 17’ê Îlonê ve li dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî ve hatîn destpêkirin bi awayek berfireh li rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja xwe ya 52’yan de didomin. Jina Kurd a ji Merîwanê Nesrîn Qadirî ku di 4’ê Mijdarê de tevlî xwepêşandanên roja Înê yên li Tehranê bibû, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Nesrîn Qadirî li Tehranê zanîngeh dixwend, piştî belavbûna qetilkirina jina Kurd welatiyên li Merîwanê dest bi xwepêşandanê kirin.   Tevî hewldan û zextên rayedarên dewletê yên li ser malbata Nesrîn Qadirî ku sedema mirina keça xwe bi nexweşiya wê ve girêbidin, hêrsa gelê Merîwanê dankete û duh danê sibê xwepêşandanan dest pê kirin. Di bin pêşengtiya jin û ciwanan de gelek welatî daketin kolanên Merîwanê û tevlî xwepêşandan û çalakiyan bûn. Xwepêşanderan bi pêxistina agir û berzkirina dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Mirin ji bo dîktator’ nerazîbûnên xwe raber kirin. Hêzên rejîma Îranê jî bi zext, zorî û tundûtijiyê hewldan xwepêşanderan belav bikin, lê bi ser neketin ku heta direngiya şeva borî xwepêşandan berdewam bûn. Li gorî agahiyê ji şahîdan hatîn girtin 10 kes di xwepêşadanê de birîndar bûne.    Her wiha li bajarên Sine, Seqîz, Bokan û Kirmanşan xwepêşandan û çalakiyên cuda cuda berdewam bûn. Li Bokan di bin pêşengtiya jinan de meş û çalakî bi berzkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin lidarxistin. Heman şeva borî li taxên bajarê Sine ciwanan bi pêxistina agir û girtina rê li trafîkê çalakiyên xwe domandin. Li tevahiya Îranê jî çalakî û xwepêşandanên xwendevanên zanîngehan berdewam bûn. Li bajarê Zahîdan komek xwendevanên jin bi dirûşmeya ‘Mirin ji bo diktator’ meş li darxistin. Heman demê de li bajarê Tehran, Buşehr û gelek bajarên din yên Îranê xwepêşandan û çalakî dewam bûn.   Li Tehranê jî xwepêşanderan bi berzkirina dirûşmên li dijî desthilatdariyê piştgiriya xwe ji xwepêşanderên Kurdistan û Belûçistanê re ragihandin û dirûşma ‘Kurdistan û Belûçistan, ronahiya çavê Îran’ berzkirin.