ROJEVA 7'Ê MIDARA 2022'YAN 2022-11-07 09:00:00     *Dayika girtiyê bi navê Îbrahîm Tîkan, Leylî Tîkan da zanîn ku pirsgirêkên li  girtîgehan gihiştine astek dijwar, edelet ne tenê ji bo girtiyan ji bo her kesî pêwist e, ji ber vê divê her kes piştgiriyê bide Nobetên Edeletê. DÎMEN HEYE   *Li gorî çeteleya şîdetê ya ajansa me berhev kiriye, di meha cotmehê de herî kêm 35 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin, 5 jin bi hewldana qetilkirinê re hatine rû hev. 21 jin û 7 zarok bi guman jiyana xwe ji dest dane. ÇETELEYA MEHA COTMEHÊ   *Xuyaye ku meşa Silopîyê hem bi berxwedana xwe hem jî bi peyamên xwe demek dirêj dê were nîqaşkirin. Meşa Silopî ne tenê li dijî bêdengiya cîhanê ya li hemberi bikaranîna çekên kimyewî bû. Di meşa Silopiyayê de sekna gelê Kurd ya ji bo serkeftinê hate xuyakirin û ev ji diyar dike ku serkeftin nêz e. ÇAVDÊRΠ   *Jinên ku tevlî meşa Silopiyê bûn, destnîşan kirin ku Gelê Kurd ji hêz û têkoşîna xwe tavîzê nade û wiha gotin: “Têkoşîna me li her derê ye.” DÎMEN HEYE