Li Silêmanî mirina bi gûman 2022-11-06 15:36:45     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê di nava 24 saetan de jin û zarokekê bi guman jiyana xwe ji dest dan.   Li navçeya Çemçemal a bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê, di nava 24 saetan de du kesan bi gûman jiyana xwe ji dest dan. Rêveberê Polîsên Çemçemal Emîd Mihemed bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di nava 24 saetên borî de li herêmên Tekye û Soreş ên Çemçemalê 2 kes mirine. Hate diyarkirin ku yek ji kesên jiyana xwe jiyana xwe ji dest daye jineke 20 salî û ya din jî zarokek 14 salî ye.