Bikaranîna çekên kîmyewî li Stenbolê hat şermezarkirin 2022-11-06 15:09:48     STENBOL - HDK -HDP û BMG, li Beyogluyê li kuçeya Mîsê bikaranîna çekên kimyewî şermezar dikin.    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hêzên yekbûyî yên Têkoşînê (BMG) li dijî bikaranîna çekên kimyewî ya ji aliyê dewleta tirk a bi hevkariya PDK'ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê çalakiyê li dar dixin. Çalakî ji kuçeya Mîsê ya li Kolana Îstîklalê hat destpêkirin. Girseya ku li kuçeya Mîsê hat gel hev, bi dirşûmên "Tundî me bêzar nake" û "Na ji sûcê mirovahiyê re" xwest ku derkeve Kolana Îstîklalê. Li ser astengkirina polîsan bendemayîna girseyê berdewam dike.     Herwiha li gelek kuçeyên din ên ku derdikevin Kolana Îstîklalê gelek kes kom dibin.   HDK’î, HDP’î û BMG’iyên ku li Kolana Mîsê hatin ba hev, tevî girseya ku dayikên Nobeta Edaletê digirin jî di nav debûn xewstin derbasî Kolana Îstîklalê bibin. Lê belê polîsan destûr nedan. Di encama êrişa polîsan de 2 kes hatin binçavkirin. Piştre jî ji çalakvanên Nobeta Edaletê Kumrî Akgul û du kesên din ji ewil hatin dorpêçkirin û piştre jî hatin derbkirin û binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin.    Girseya ku derket pêşiya Dibistana Amadehî ya Galatasarayê, bi meşa xwe ya ber bi Cehdeya Îstîklalê ve bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir. Li vê derê jî polîsan êrişî girseyê kir û di encamê de gelek kes ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin.    Berxwedana gırseyê didomîne    Berxwedana girseyê ya li dijî êrişa polîsan didome. Tunela Taksîmê ku dê “Meşa Mirovahiyê” lê bihata kirin, ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Girseyê li Qada Şîşhaneyê bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” dest bi meşê kir. Li ser êrişa polîsan jî girse belavî kuçe û kolanan bû û meşa xwe didomîne. Koma ku derketî Kolana Îstîklalê jî ber bi Şîşhaneyê ve dimeşe.     Di heman demê de polîsan Parlamenterên HDP’ê Sezaî Temellî, Ayşe Acar Başaran, Guistan Kiliç Koçyîgît, Tayîp Temel û gelek kesên din li Kolana Beykozê dorpêç kiriye.   Sezaî li vir daxuyanî da û got, “Îro em bi rejîmek re rûbirû ne ku her kesê li dijî şer bin, binçav dike û digire. Şebnem Korur Fincanci îro bi neheqî û bêhiqûqî di girtîgehê de ye. Çima? Ji ber ku wê bang kir û got, 'Ger hewce bike divê lêpirsîn bê vekirin derbarê çekên kimyewî de'. Ji ber ku bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, di heman demê de sûcê mirovahiyê ye. Yên ku li dijî vî sûcî nesekinin şirîkên wî sûcî ne." Çalakî bi dirûşman berdewam e.   Li bazara semtê meş   Koma ku li Kolana Îstîklalê ji aliyê polsîan ve hat astengkirin, ber bi Tarlabaşiyê ve meşiya. Kom bi dirûşma, "Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristané" ket bazara semtê û meşiya.   Dayik berovajî hatin kelepçekirin   Li Taxa Asmalimescîdê jî ji endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê 10 dayik berovajî hatin kelepçekirin û binçavkirin.   Bi çepikan şermezar kirin   Piştre bi sedan kes çûn ber avhiya HDP'ê ya Stenbolê. Girseya kom bû bi dirûşma "Tundî me têk nabe" û bi çepikan belav bû.