Xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê didomin 2022-11-06 12:27:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê ‘polîsên exlaqî’ ve destpê kir, her diçe belav dibin.   Xwepêşadanên li rojhilatê Kurdistan û Îranê li gel êrîş û destwerdana hêzên dewletê bênavber dewam dikin.  Di xwepêşandanan doh de xwendekara Zanîngehê Nesrîn Qadir a xelkê Merîwanê ji aliyê hêzên Îranê ve hate qetilkirin.   Li Merîwanê bi şev şênî daketin qadan, li ser rê agir dadan û nerazîbûnên xwe nîşan dan. Li Taxa Hesen Axa ya Sine jî xwepêşandêr li kolanan bûn û agir dadan.  Li Mahabadê xwepêşandan şevê jî hebûn û şêniyan dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qîr kirin.   Dikandarên Seqizê jî ji bo piştgiriya bi xwepêşandanan deriyên dikanên xwe venekirin û bi vî rengî helwesta xwe ya li ber Komara Îslamî ya Îranê nîşan dan. Di serî de li paytext Tehran û gelek deverên din xwepêşandan dewam dikin.   Rêxistina Mafên Mirov a Îranê daxuyaniyek da û diyar kir ku 304 kes hatine qetilkirin. Li gorî daxuyaniyê 41 kes temenê wan di bin18 salî de ye. Rêxistinê diyar kir ku herî zêde li Sîstan, Belûçistan, Mazenderan, Tehran, Sine û Gîlanê mirov hatine kuştin.