ROJEVA 06'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-06 09:00:00     *19 meh in bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin nayê kirin û tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav bûye. Ji parêzerên OHD’a Wanê Mehtap Işik da zanîn ku tecrîd ne hiqûqiye divê demildest hevdîtin bên kirin û tecrîd mafê mirovan bin pê dike. BI DÎMEN    * Şîrketa Gaza xwezayî ku got em ê xetê bikşînin taxê û boriyan raxînin welatî xapandin. Welatiyan diyar kir ku ku ew hatine xapandin kredî kişandine lê ne pere tune ku komirê bigirin. BI DÎMEN    *Sekretera Nûneriya Wan a TÎHV’ê Sevîm Çîçek da zanîn ku divê girtiyên nexweş bên berdan û got binpêkirinên mafan rewşeke bi fikare û wiha got: “Divê heyetên serbixwe li girtîgeha lêkolînê bikin. Dikare pêşî li binpêkirinên mafan û pirsgirêkan bê girtin.” BI DÎMEN    * Rastiya ku li holê her tim ji hêla medyaya alîgir ve tên nepixandin, ji hêla medyaya muxalîf ve tên helandin, dîsa ragihandin dimîne li ser milê Çapemeniya Azad a Kurd. Rojnameger Habîbe, Oznur, Derya, Dîren, Berîvan, Ceylan û Prof. Dr. Şebnem ên hatin girtin bûn şopdarên heqîqetê. MEDYA KRÎTÎK