Îlknur Birol: Em her kesî vedixwînin meşa mirovatiyê 2022-11-05 10:08:23     STENBOL - Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê  Îlknur Birol banga tevlîbûna meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya wê bi dirûşma "Li dijî bikarnaîna çekên kîmyewî  meşa mirovatiyê" bê lidarxistin, kir û got:"Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovatiyê ye. Em her kesî vedixwînin meşa mirovatiyê."   Êrişên dewleta tirk yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Dîmenên du HPG'iyên bandor ji çekên kîmyewî girtibûn jî hatibûn belavkirin. Piştî van dîmenan gelek derdor bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan.  Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Hêza Têkoşîna Yekgirtî (BMG) dê 6’ê di mijdarê de ango sibê saet 15.00'an de li Taksîma Stenbolê bi dirûşma "Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî meşa mirovatiyê" meşek  li dar bixin.   Derbarê meşê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Îlknur Bîrol ji ajansa me re axivî. Îlknûr di axaftina xwe de bal kişand ser armanca meşê û got: "Êdi mirovahî têk diçe. Fikarên leşkerî, serdestî û zîhniyeta mêr li ser civakê rewşeke nebaş pêş dixe. Em dibînin ku rewşeke gelekî girîng li holê ye û ji ber vê sedemê jî me biryara çalakiyeke wisa girt."   Îlknûr, da zanîn ku bi dehan caran bangewaziyên muzakereyeke aştiyane hat kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tenê rêya şer û pêvçûnê didin ber kurdan. Gelek caran bangewaziyên diyalogê hatin kirin. Lê belê 'mejiyê leşkeriyê' rê neda. Li hemberî îdiayên ku tên kirin lêkolîneke navneteweyî dikare bê kirin. Divê şandeyên serbixwe bikevin devrê û biçin herêmê. Helwesta me ya aştiyane, çareseriya bi rêya demokratîk xeta me ye û em tu carî dev jî vê rêyê bernadin."   Îlknûr, destnîşan kir ku helwesta faşîst û neteweperest feydeyê nade tu kesî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji ber vê yekê em 'Meşa mirovatiyê' li dar dixin. Prof Şembenm Korur Fîncanci ji ber nirxandina çekên kîmyewî hat girtin. Miroveke zanyar tişta ku hewce dike anî ziman, lê belê tehemûlê jina ku li cîhan û Tirkiyeyê tê nasîn nekirin. Ev zîhniyeta ku wisa nêz dibe tu carî aştî, aramî û azadiyê nayne vî welatî."    Îknûr, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser girtina rojnamegeran: "Dema bikaranîna çekên kîmyewî di rojevê de bû lêpirsînek hat destpêkirin û rojnameger hatin girtin. Ji ber ku sûcdar bûn û xwestin rojnamegeran jî bêdeng bikin. Gelo çima ketine nava fikaran? Em carek din bang dikin ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê divê rêbazên muzakereyê bê pêşxistin. Li dijî polîtîkayên şer û pêvçûnê, li dijî sûcên lidij mirovatiyê, ji bo darizandineke adilane em meşa xwe li dar dixin. Em bang li her kesî dikin ku sibê tevlî meşê bibin û helwesta xwe nîşan bidin. Em her kesî vedixwînin meşa mirovatiyê."