ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN 2022-11-05 09:00:00   *Hevseroka Kurdish Lobby Australia (Lobiya Kurd a Avustralya) Gîna Lennox der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya li Herêma Federal a Kurdistanê hatine bikaranîn de axivî û got: “Tevî Tirkiye Kurdan hedef digire, bi sedsalan e ji sûcên şer xwe xilas dike. Lê wê rojekê AKP-MHP û fermandarên TSK’ê hesabê vê hovîtiyê bidin.”    *Meryem Qazî ji bilî nivîsa çîrok û romanan, rexnegirek bû, her wiha aktîvîstekê jinan bû. Bi berhem û hewldanên xwe mîrateyek ji civakê re hişt.    * Siyasetmedarên jin ên Şirnexê bang li gel kir ku tevlî meşa 6'ê mijdarê bibin û gotin: "Ev meş meşekê wîjdanî û mirovahiyê ye. Em li hemberî berjewendiyên îqtîdarê bêdeng namînin." BI DÎMEN   *Çapemeniya Kurdî yek ji çapemeniya bi her cureyê dijhiqûqiyê re tê rû hev ya cîhanê ye. Nivîsandina dîroka wê ji îro şûnde jî ne hewce ye. Em çi bêjin jî vala ye.   *Parêzera OHD'yî Aryen Turan da zanîn wan wekî hiqûqnasan peywira xwe bi cih anîn û got:"Hem ez hem jî OHD em ê anîna ziman a bêhiqûqiyan bidomînin."  BI DÎMEN   *Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê  Îlknur Birol banga tevlîbûna meşa li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya wê bi dirûşma "Li dijî bikarnaîna çekên kîmyewî  meşa mirovatiyê" bê lidarxistin, kir û got:"Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê mirovatiyê ye. Em her kesî vedixwînin meşa mirovatiyê." BI DÎMEN