18 saliya xwe de çû piştî 30 salan vegeriya: Ji rûmetê xweştir tiştek nîne 2022-11-04 18:01:45   AMED - Nivîskar Rojbîn Pêrîşan a ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê tehliye bû, li Amedê bi kûlîlkan hat pêşwazîkirin. Rojbîn, di dema pêşwaziyê de ev tişt got: “Ji azadî û rûmetê xweştir tiştek nîne.”   Nivîskar Rojbîn Pêrîşan a ku piştî 30 salan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê di 30’ê cotmehê de tehliye bû. Rojbîn a ku di sala 1973’yan de li navçeya Licê ya Amedê hat dinyayê, di sala 1992’yan de hîn 18 salî bû li Amedê hat girtin. Rojbîn bi hinceta “endamtiya rêxistinê” cezayê heta hetayê lê hat birîn. Rojbîn piştî 30 salan gihîşt azadiya xwe.    Bi kulîkan hat pêşwazîkirin   Rojbîna ku ji girtîgeha Gebzeyê tahliye bû, ji Stenbolê hat balafirgeha Amedê peya bû. Rojbîn ji aliyê malbata xwe, Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), endam û rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP),  Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên navend û navçeyan, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, rêxistina HDP’ê ya Êlihê, parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn û gelek kes bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” û kulîlk, tililî û çepikan pêşwazî kir.   ‘Tu tişt ji azadî rûmetê xweştir nîne’   Polîsan destûrê neda ku rojnameger li balafirgehê keşanê bikin û Rojbîn axaftinekî kurt bike. Di derketina balafirgehê de Rojbîn got: “Tu tişt ji azadî û rûmetê xweştir nîne.”   Girse piştre bi Rojbîn re heta mala wê ya navçeya Rêzanê çûn.