Biryara bi sedem a Leyla Guven eşkere bû 2022-11-04 15:39:29     AMED -  Di biryara bisedem a 11 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hefsê ku li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hate birîn de bi sûcê “endaman li rêxistinê zêde dike û hejmara alîgiran zêde dike” hate sûcdarkirin û hate gotin ku “cezakirina wê pêdiviyeke civakî ya lezgîn e”.    9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 17’ê cotmehê de bi îdiaya ku di 3 axaftinên cuda de “propaganadaya rêxistinê kiriye” 11 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hefsê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven birîbû. Dadgehê biryara bisedem a cezayê hefsê yê li Leylayê birîbû, aşkere kir. Dadgehê di biryara bisedem a ji 46 rûpelan pêk tê de îdiakir ku axaftinên Leylayê yên di 6 çalakî û aktîvîteyan de “propagandaya rêxistinê” di nava xwe de dihewîne. Dadgehê di biryara bisedem de cih da rexneyên Leylayê yên li dijî operasyona leşkerî ya dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku dewleta tirk rêxistinên li wir weke “rêxistina terorî” dibîne.    Cezakirin wekî pêdiviyeke civakî hat dîtin   Di biryara bi sedem de, ku tam nehat aşkere kirin ka Leylayê bi kîjan gotin an jî çalakiyan hate cezakirin, hat îdîakirin ku çalakî û xebatên Leylayê bi armanc û talîmatên PKK’ê, KCK’ê û YPG'ê re weke hev in. Di biryarê de Leylayê bi sûcê “endaman li rêxistinê zêde dike û hejmara alîgiran zêde dike” hate sûcdarkirin û hate gotin ku “Cezakirina Leylayê pêdiviyeke civakî ya lezgîn e”.