'Nobeda Aştiyê' li Amedê di meha duyem de didome 2022-11-04 15:31:17     AMED - Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), ji bo ku li Tirkiyeyê aştî bê pêkanîn çalakiya “Nobeda Aştiyê” diyar kiribû ku ew ê  Nobeda Aştiyê bigirin û di vê çarçoveyê de li Amedê "Nobeda Aştiyê" di meha duyemîn de didome. Vê mehê bal kişandin ser binpêkirina mafên jin û zarokan.   Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di roja înê ya yekem a her mehê de li hemû şaxanên xwe bi awayekî hevdem biryara ku “Nobeda Aştiyê” bigire dabû. Di vê çarçoveyê de li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê “Nobeda Aştiyê” di meha duyem de berdewam kir. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, saziyên civakî yên sivîk, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hêviyê ya Rengarenk tevlî nobedê bûn. Di eywanê de pankarta “Ji bo hemû kesî azadî” hat daliqandin. Daxuyanî ji hêla Alîkarê Serokê şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr ve hat xwendin.   ‘Têkoşîna me dê bidome’   Di serî de Alîkarê Serokê Giştî ya ÎHD’ê Rahşan Bataray Saman axivî. Rahşan, anî ziman ku çalakiya wan di hema duyem de derbas dike û got bi minasebeta 25’ê Mijdarê ew xwestine ku vê mehê bal bikişînin li ser binpêkirina mafên jin û zarokan. Rahşan, bal kişand ser 9 rojnamegerên ku hatin girtin û got: “Êrîşên li dijî çapemeniyê em qebûl nakin. Nikarin dengê heqîqetê qut bikin. Mamoste Şebnem ji ber ku rastiyê anî ziman hat girtin. Em li cem mamoste Şebnem in. Ji bo ku ev êrîş ji holê rabibin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘Em di aştiyê de bi israr in’   Piştre Alîkarê Serokê şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr daxuyaniyê xwend. Ezgî, anî ziman ku ev nêzê 50 sal in êrîş li ser jin û zarokan berdewam dike û ev şer li jin, zarokanrast bi rast bandor dike. Ezgî, wiha got: “Bi mîlîtarîzm û zayenda ne wekhev û şerên birdozî mafê jinê yê jiyanê tê pelçiqandin. Di salên 90’î de ji ber gund şewitandin, îşkence û zextan gelek kes ji warên xwe koçber bûn. Êrişa li ser jinê di mal de û ji derve mezintir bû. Li BMÇHS mafê aşîtiyê herî bingehîn yek ji mafê zarokan tê pênasekirin. Di rapora me ya navbera 2011- 2022’an de li Kurdistanê di şer û pevçûnê de mafê zarokan hatiye binpêkirin. Di raporê de bi wesayitên zirxî li zarok dane, yan jî di dema ji xwe re lîstîne di teqînê de ya jî di dema li mala xwe rûniştîne li hemberî wan guleya gazê hatine bikaranîn. Yan jî jiyana xwe ji dest dan, an jî seqet mane. Şer ne tenê bi vê sînor dimîne. Li ser perwerde, tenduristiyê jî bandorê dike. Ev sûcên tê kirin bê ceza dimîne. Êdî ev bûyer wekî polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Li hemberê hemû şeran her tim ji bo aştiyê jinan ev bar daye ser milên xwe. Ji bo aştiyê her tim em ê di nava pêvajoya înşakirinê de bin. Em bang li hemû kesan dikin werin ji bo edalet, wekhevî û heqîqetê mil bidin hev. Em polîtîkayên şer qebûl nakin û em di aştiyê de bi israr in.”   Piştî daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir.