OGK'ê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê da 2022-11-04 13:22:03     STENBOL - OGK'ê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li Kadikoyê da û banga tevlîbûna çalakiyên 25'ê Mijdarê kir.    Jina Ciwan a Azad (OGK) starta çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê li Kadikoyê da û banga tevlîbûna çalakiyên 25'ê Mijdarê kir. Jinan pankarta "Ji bo Şoreşa Jinê raperîna xwe mezin bike" hilgirtin û li kuçeyên Kadikoyê meş li dar xist. Welatiyan bi çepikan piştgirî dan.    'Jin li berxwe didin'   Endama OGK'ê Berfin Polat a di meşê de axivî diyar kir ku jin li her derê bi tundiya mêr dewletê rû bi rû dimînin û got:"Jin tên qetilkirin û em ber bi 25'ê Mijdarê ve diçin. Em li dijî tundiyê serî hildidin. Polîs dernakevin pêşberî kesên tundiyê li jinan dikin kesên jinan dikujin lê belê derdikevin pêşberî kesên ku mafê jinan diparêzin û li dijî tundiyê derdikevin. Em wekî jin li Kurdistan û Tirkiyeyê li berxwe didin."   Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.