Ji Mêrsînê bangewaziya tevlîbûna meşa 6'ê mijdarê 2022-11-03 15:58:22     MÊRSÎN - Saziyên sivîl û partiyên siyasî yên Mêrsînê ji bo tevlîbûna meşa 6'ê mijdarê ya li Silopiyê bê lidarxistin bang kirin.    Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên li hember başûrê Kurdistanê di 6’ê Mijdarê de li Sîlopî û Stenbolê bi dirûşma "Li dijî çekên kîmyewî meşa mirovahiyê" dê meşeke girseyî bê lidarxistin. Li Mêrsînê jî derbarê meşê de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajêr civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Civîn bi hevkariya HDP, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan  (TUAY-DER) a Çukurovayê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirin re ya Akdenîzê (ANYAKAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê pêk hat. Di civînê de ji meclîsa HDK'ê ya bajêr Mesut Aslan metna daxuyaniyê xwend.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Tirkiye sûcê şer dike û hemû saziyên navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng dimînin. Çekên kîmyewî hem li hemberî mirovahiyê û hem jî li hemberî xwezayê tê bikaranîn. Hemû zindî para xwe ji texrîbatê digire. Em wek saziyên ku li vir bang li rayedaran dikin ku pêymanên ku hatine îmzekirin pratîze bikin. Em bang li gelên ku li Tirkiyeyê dijîn dikin ku li dijî sûcê şer bêjin 'Na' û tevlî meşa 6'ê mijdarê bibin."