Li Amedê 'Nobeda Edaletê': Dê berxwedana me bidome 2022-11-03 11:50:26     AMED -  Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbatên girtiyan ku li ber Edliya Amedê pêk hat, malbatan bang li partiyên siyasî û cihanê kir ku vê bêdengiyê bişkînin û rabin li ser piyan.     Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya ji aliyê malbatên girtiyan ve ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayên berdan hatibû destpêkirin, li ber Edliya Amedê berdewam dike. Endam û rêvebirên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navend û navçeyan,  endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekîtî Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Mezopotamyayê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ya Medê (MED TUHAD FED), Komeleya 78'an, Komeleya Hîqûqnasên Azadîyê (OHD) jî ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn.   ‘Bila zarokên me tedawî bikin’   Di çalakiyê de xizmê girtiyê nexweş Reşahat Ada axivî. Reşahat, anî ziman ku çalakiya wan li ber edliyê didome û wiha got: “Bila cezayê heta hetayê li zarokên me nebirin. Bila li gor qanûnan tevbigerin. Cezayê heta hetayê îro li zarokên me dibirin. Girtiyên ku 30 sal in girtîne cezayê wan xilas bûye jî nayên berdan. Zarokên me ev qas deme girtîne û ji wan re dibêjin 'hûn ji doza xwe poşman in an na'.  Zarokên me dibêjin 'ev qas deme em girtîne dê çawa poşman bin. Em serê xwe jî bidin ne poşman in. Ji ber vê jî înfazên zarokên me dişewitînin. Banga me ji Wezîrê Dadê û Serokkomar heye ku bila înfazên wan neşewitînin û cezayê disîplinê nedin girtiyan. Bila zarokên me tedawî bikin."   ‘Zarokên me di hindûr de em jî li derve li ber xwe didin’   Reşahat, bal kişand ser çûyîna xwe ya Enqerê û wiha domand: "Ev mehek û nîve meclîs vebûye.  Wîcdanên wan nemaye. Em li gor heq, hiqûq û edaletê diçin. Bila destên xwe bidin ser wîcdanên xwe û înfazên zarokên me neşewitînin. Em çûne Enqereyê û me li wir jî got ku daxwaziya zarokên me û girtiyên nexweş ên giran bi cih bînin. Girtiyên 70 û 80 salî nikarin di girtîgehê de bimînin. Girtiyên me di hindûr de em jî li derve li berxwe bidin. Banga me ji partiyên siyasî û hemû cihanê heye ku bila rapin li ser piyan. Em xwedî zindanan derbikevin. Em dev ji zarokên xwe bernadin. Bi hezaran zarokên me îro di girtîgehan de girtîne. Ez serê xwe li ber wan ditewînim. Berxwedan û hêza wan ronahiya bitûmê cihanê ye. Serokkomar bila li gor edaleta xwe tev bigere. Bila zarokên me tedawî bikin, înfazê wan neşewitînin û hûcreyên yek kesî nedin wan. Li cihanê tu cihê xuya nake ku 10 sal cezayê hûcreyê dane kesekê. Lê li Tirkiyê ev tişt heye. Êdî bes e. Em vê zilmê qebûl nakin. Zarokên me serê xwe natewînin.”   Çalakî bi dirûşmeya “ Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.